Parlamentoya tirkiyê rakirina parêzbendiyê gotûbêj bike

Serowezîrê Tirkiyê Ehmed Davutoglu ragehandibû ku, pîwîste CHP deng jibo rakirina parêzbenidyê li parlamentarên HDPê bide.

K24-Diyarbekir

Doseya rakirina parêzbendiyê li ser 5 Parlamentarên Partiya Demokratî a Gelan(HDP) giheşte Parlamentoya Tirkiyê.

Derbarê vê mijarê de îro, doseya ku ji aliyê Dadweriya Bilind ya Diyarbekirê hatibû amadekirin, ji Srokatiya Civata Wezîran giheşte Parlamentoya Tirkiyê, biryare Parlamentoya wî welatî gotûbêjan li ser werin kirin.

Di wê doseyê de Dadweriya Bilind a Diyarbekrê daxwaz kiriye ku, parêzbendiya parlamentarên HDPê Selahedîn demirtaş, Fîgen Yuksekdag, Selma Irmak, Sirri Sureyya Onder û  Ertugrul Kurkçu were rakirin.

Bi rakirina parêzbendiya li ser parlamentaran dadgeha Tirkiyê dikare cizayê girtîgehê derbike.Serowezîrê Tirkiyê Ehmed Davutoglu ragehandibû ku, pîwîste CHP deng jibo rakirina parêzbenidyê li parlamentarên HDPê bide.