Joe Biden: Pabend in bi serkeftina leşkerî ya Îsraîlê

Cîgirê Serokê Amerîkayê dibêje, divê serkeftina leşkerî ya Îsraîlê di herêmê de were parastin. Dê rêkeftina bergîriyê ya di navbera wan de jî, berî bidawîbûna serdema Serokê niha ya Amerîka Barak Obama were nûkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokê Amerîkayê dibêje, divê serkeftina leşkerî ya Îsraîlê di herêmê de were parastin. Dê rêkeftina bergîriyê ya di navbera wan de jî, berî bidawîbûna serdema Serokê niha ya Amerîka Barak Obama were nûkirin.

Li gor rêkeftina bergîriyê ya di navbera Amerîka û Îsralê de, pêdana xwebexş ya Amerîkayê ji Îsraîlê re ya salane 3 milyar dolar e, herwiha di sala 2018an de jî bidawî dibe.

Bo vê mijarê jî, Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe biden ji rojnamevanan re got: “Bo serkeftina leşkerî ya Îsraîlê li herêmê, em pabend in ku Îsraîl karibe, bergîriya xwe bike.”

Li gor Îsraîlê, ku cîranên wê yên wek Îran û welatên Erebî hewla kirîna çekan dikin. Sala par Îsraîlê bo pêşxistina hejmara leşkerên xwe ji Amerêka alîkariyên salane bi 5 milyar dolar xwast.

Herwiha Biden got: “Cîrantî dijwar e, welatên cîran ji Îsralê re dihêle ku alîkarî bo Îsraîlê werin dayîn.” Biden diyar kir jî, alîkariyên di serdema Obama de bo Îsraîlê hatine dayîn, di ti serdemên serokên din yên Amerîkayê de, nehatibûn dayîn.

Hat ragihandin ku, Wezîrê Bergîriyê yê Îsraîlê Mûşî Yalûn bo vê meremê, di hefteya bê de serdana Amerîkayê bike û ligel hevşanê xwe yê Amerîkê Aşton Karter bicive.