Serkirdeyê DAIŞê Ebo Umer El-şîşanî li Reqayê tê derman kirin

Serkirdeyê mezin ê DAIŞê Ebo Umer El-Şîşanî sala 1986an li Corciyayê ji dayîk bûye, navê wî yê resen jî Тархан Batirhvili ye.

K24-Navenda Nûçeyan 

Serkirdeyê DAIŞê û Wezîrê wê yê şer, Ebo Umer El-Şîşanî di encama opoerasyonekî Hevpeyamaniya Navdewletî de birîndar bûye û niha ji aliyê pizîşkên biyanî li Reqayê tê derman kirin.

Berî niha berpirsekî leşkerî yê Amerîkayê ji Reutersê re ragehandibû ku, serkirdeyê DAIŞê Abo Umer El-Şîşanî di operasyonekî de li bajarê Şedadê ser bi Parêzgeha Hesekê ve hatiye kuştin.

Derbarê birîndarkirina wî, Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan daxuyaniyek belav kir, tê de, tekez kir ku, ew serkirdeyê DAIŞê û Wezîrê şer ê wê rêxistinê nehatiye Kuştin, lê birînadar bûye û li bajarê Reqayê  ji aliyê pizîşkên biyanî vet ê derman kirin.

Serkirdeyê mezin ê DAIŞê Ebo Umer El-Şîşanî sala 1986an li Corciyayê ji dayîk bûye, navê wî yê resen jî Тархан Batirhvili ye.