NY: Proseya gihandina alîkariyan li Sûriyê serkeftî bû

Li gor Neteweyên Yekbûyî piştî cîbecîkirina agirbesta li Sûriyê ya ku, di 27ê meha borî de destpê kirbû, proseya gihandina alîkariyên mirovî bi serdikeve.

K24-Navenda Nûçeyan

Piştî berdewamiya agirbesta li Sûriyê Neteweyên Yekbûyî ragehand ku, proseya gihandina alîkariyên mirovî serkeftî bû, di demê pêşde jî ew dê wan alîkariya zêdetir bikin.

Derbarê vê mijarê rêkxerê Karûbarê Mirovî yên Neteweyên Yekbûyî Yaqûb El-Hilo daxuyaniyek belav kir tê de wiha gotibû: "Me di çar heftiyên borî de 536 barhilgir bi alîkariya hevpeymanên xwe gihandine 18e deverên dorpêçkirî li Sûriyê."

El-hilo da zanîn ku, di dema pêşde jî wê alîkariyên mirovî bigehin navçeya Zemelka, û Dûma li Şamê.

Li gor Neteweyên Yekbûyî piştî cîbecîkirina agirbesta li Sûriyê ya ku, di 27ê meha borî de destpê kirbû, proseya gihandina alîkariyên mirovî serkeftîbû.