Li Kerkûkê Roja Cil û Bergên Kurdî

Îro hemû xwendekar û mamostayên xwendina Kurdî li Kerkûkê bi helkefta Roja Cil û Bergên Kurdî, bi cilên Kurdî çûn dibistanê û ev roja han bilind ragirtin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/6c75f279-58a8-463c-a34f-8a108b38adb8/RojiCliKurdi-Kerkuk.ism/manifest

K24 – Kerkûk

Îro hemû xwendekar û mamostayên xwendina Kurdî li Kerkûkê bi helkefta Roja Cil û Bergên Kurdî, bi cilên Kurdî çûn dibistanê û ev roja han bilind ragirtin.

Xwendekar û mamostayên xwendina Kurdî bi çendîn çalakiyên hunerî kêfxweşiya xwe bo vê rojê anîn ziman û berpirsên îdare û perwerdeya Kerkûkê jî beşdarî van çalakiyan bûn.

Li dibistanên xwendina Kurdî yên bajarê Kerkûkê îro bi coş û xweşî Roja Cil û Bergên Kurdî hat pîrozkirin. Xwedekar û mamoste bi vê rojê kêfxweş bûn ku bi cilên Kurdî hatine dewamê.

Berpirsên Îdare û Perwerdeya Kerkûkê jî xwendekar û mamoste bi tenê nehiştin û beşdarî çalakiyên wan bûn. Berpirsên bajêr soz dan ku piştgiriya pêşxistina xwendina bi Kurdî bikin.

Li Herêma Kurdistanê 10ê Adarê wek Roja Lixwekirina Cil û Bergên Kurdî hatiye destnîşankirin û li hemû dam û dezgehên fermî û ne fermî piraniya welatiyan bi cilên Kurdî diçin dewama xwe.