PYD: Du hêz hene ENKSê kontirol dikin

Berî niha Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) topbarankirina taxa Şêx Meqsûd şermezar kir bû, tê de PYGê bikaranîna sivîlan weke mertaltomet bar kir bû.

K24-Qamişlo

Şêwermendê Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) Sîhanok Dîbo ragehand, ku di beyanameya ENKSê derbarê topbarankirina taxa Şêx Meqsûd ji aliyê Gropên ser bi opozîsyona Sûriyê ve, diyar dibe ku, du hêz hene ENKS bi rêve dibe û wê kontirol dike.

Derbarê vê mijarê, Şêwermendê Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) Sîhanok Dîbo ji K24ê re wiha got: Birastî hate diyarkirin di beyanameya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ku du hêz hene ENKS ber bi xwe ve dibe.

Dîbo da zanîn ku, beyanameya ENKD derbarê ew hêzên topbarankirina taxa Şêx Meqsûd ji aliyê Gropên ser bi opozîsyona Sûriyê di asta xiyanetê de bû.

Berî niha Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) topbarankirina taxa Şêx Meqsûd şermezar kir bû, tê de PYGê bikaranîna sivîlan weke mertaltomet bar kir bû.