“Şerê PKK û Tirkiyê heger bidome karasatên mezintir rû bidin”

Li Bakurê Kurdistanê şer û aloziyên ku li nav bajar û navçeyan destpêkir. Di demeke kurt de bîlançoyên giran derxist holê. Kongreya Civaka Demokratîk û sazî û partiyên bi ser wê ve li Bakurê Kurdistanê "Rêvebiriyên Xweser" ragihandin, dewleta Tirk jî vedana Çeperan û rastkirina barîkatan ji bo şer û operasyonan hêncet nîşan da. Li hin taxên hin navçeyan bi mehan qedexe û şer û operasyon domiya. Ya herî dirêj jî li Sûr a Navçeya Diyarbekirê ye.

K24 – Diyarbekir

Sûr a Navçeya Diyarbekirê ev 100 roj e ku qedexe berdewam dike û şer û operasyon jî rojek berê di 9ê Adarê de xilas bû. Beriya Sûrê jî li çend navçe û taxên wan, qedexe hatibûn ragihandin, lê bi taybet, li Cizîr a Navçeya Şirnexê û li Sûrê bi mehan ew qedexe, şer û pevçûn domiyan.

Beriya qedxeya ku di 2ê Kanûnê 2015-an de li navçeyê hat ragihandin, Serokê BAROya Diyarbekirê Tahîr Elçî, li ber Mînareya Çarling ku ji pevçûnên li Sûrê zirar dîtibû daxwaz kiribû ku herdu alî jî dev ji şerê li nav bajaran berdin ku bi vî awayî zirarê didin hemû mîrateyên mirovahiyê. Lê di aloziyeke ku li nêzîkî ciyê daxuyaniyê, di dema daxuayniyê de destpê kir de Elçî jî hat kuştin.

Dora 3 mehan e ku Tahîr Elçî hatiye kuştin jî, ti pêşketinekî ji bo dîtin û cezakirina bersûcên kuştina wî çê nebûye. Lê ew navçeya ji berhemên dîrokî û mîrateyên mirovahî pêkhatî, piştî kuştina Elçî jî bûn qurbaniyên şerê li wê navçeyê. Li gel wan mîrateyan, bi sedan mirovên din jî hatin kuştin, bi deh hezaran  kes jî koçber bûn.

Di şerê ku 99 roj li navçeyê domiye de, li gor agahiyên ragihandî 32 kesên sivîl, 71 endamên hêzên ewlehiyê hatine kuştin. Li gor agahiyên serpiriştiya Tirkiyê 279 jî endamên Yekiniyên Parastina Sivîl YPSê hatine kuştin, lê YPSê li ser hejmara cangoriyan hêj ti daxuyanî nedan e.

Disa bi dehan avahî û ciyên dîrokî hatine ruxandin, şewitandin û herifandin. Zêdetirên avahiyan bi erdê re yezan hatine kirin.

3 hezar kargeh jî hatin girtin û ji 10 hezarî zêdetir kes bê kar man.

Piştî komkujiyên ku li Cizîrê pêkhatibûn, Endamê Rêvebiriya Kongreya Civaka Kurdistan KCKê Dûran Kalkan daxuyandibû ku wan guman nekiriye ku Tirkiye wiha bi tund êrişan bike û gotibû me xeletî kir.

Aliyên siyasî û şîrovekar jî dibêjin, ger bi vî awayî di navbera PKKê û dewleta Tirk de rika şer bidome divê ku şer û karasatên mezintir jî rû bidin. Hêviya welatî û civakê jî ew e ku, rêyên aştiyane û danûstendinan bên peyda kirin û pirsa Kurd li Bakurê Kurdistanê bi rêyên diyalogê bê çareser kirin.