"Li ser penaberan bazirganiyeke qirêj tê kirin"

Di encama Lûtkeya Brukselê de reşnivîsek hat amadekirin. Li gor wê reşnivîsê Ewropa wê 3 milyar Euroyên din bide Tirkiyê, di navbera her du aliyan de wê vîze bên rakirin.

K24 - Enqere

Di 7ê Adarê de li Brukselê Lûtkeya Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê birêve çû. Di zîrveyê de li ser pirsa penaberan hat axaftin û her du aliyan şert û mercên xwe pêşkêş kirin. Di navbera herdu aliyan de hê rêkeftineke fermî pêk nehatiye û gotûbêj berdewam in.

Di encama Lûtkeya Brukselê de reşnivîsek hat amadekirin. Li gor wê reşnivîsê Ewropa wê 3 milyar Euroyên din bide Tirkiyê, di navbera her du aliyan de wê vîze bên rakirin û ji bo dabînkirina ewlehiya penaberan alikarî û civînên di navbera her du aliyan de wê berdewam bin.

Gelheya Ewropayê 508 milyon e û hejmara penaberên li Ewropayê jî milyonek û 500 hezar e, ev yek jî dike ji sedî 0,25 gelheya tevahî.  Li aliyê din, nêzîka ji sedî 4ê gelheya Tirkiyê ji penaberan pêk tê û li gorî reşnivîsê dê Ewropa berê penaberên xwe li wan digirin, bide Tirkiyê.

Li ser vê mijarê Akademisyen Murat Erdogan ji Kurdistan24ê re axifî û got: “Lûtkeyê hêvî neda min, berevajî vê yekê bêhêvîtî da min. Ewropa ji Tirkiyê re dibêje bila hemû penaber bo te lê tenê hindek ji wan ên destuyargirt li ba me bin. Hemû hestên mirovahiyê tên binpêkirin û bazirganiyeke qirêj tê kirin. Çi ye wê vîze rabin. Ne mûmkin e, tenê dizanin rayagiştî ya Tirkiyê pê kêfxweş dibe loma bi awayekî bêbingeh vî tiştî dide pêş ku bazirganiya qirêj veşêre.”

Di serdana Angela Merkel ya bo Tirkiyê de hatibû aşkerekirin ku Tirkiye wê 3 milyar Euro piştgiriya aborî ji bo penaberan werbigire. Lê belê ew soza alîkariyê hê nehatiye bicihkirin. Li gorî Akademîsyen Başak Yavcan, sedema bicihnekirina alîkariya aborî ne tekez e û dê ev yek bibe cihê niqaşan: “Ewropa dixwaze Tirkiye ewlehiya sînoran dabîn bike û pere jî ji bo vê yekê bên terxankirin. Lê belê li aliyekî jî 3 milyon penaber li Tikriyê hene, Tirkiye nikare debara wan bike. Lê dema em bi awayekî giştî li ser hûr bibin reşnivîs erênî ye û ji bo herdu aliyan jî bingeha paşerojeke girîng ava dike.”

Di lûtkeyê de serokwezîrê Tikriyê Ahmet Davutoglu pêşniyazên xwe pêşkêş kiribûn û serokwezîrên 28 dewletan jî pêşniyaz nirxandibûn. Reşnivîsa ku hate amadekirin di qonaxa diyarbûnê de ye. Hat ragihandin ku eger reşnivîs were pesendkirin dê ew ji aliyê Serokwezîrê Tirkiyê, Serokê Konseya Yekitiya Ewropayê û Serokê Komisyona Ewropayê ve bi civîneke çapemeniyê ya hevpar, were ragihandin.

Akademîsyen Başak Yavcan