Li Tirkiyê pirsa perwerdeya zarokên penaber

Di panelê de li ser kêşeyên perwerdeya zarokên penaber ên Surî, bernameya ku ji aliyê Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê ve hatiye amede kirin û rêjeya zarokên xwendekar hat axaftin.

K24 Enqere

Li Tirkiyê dam û dezgeha raman û lêkolinê ya SETAyê derbarê perwerdeya zarokên penaberan de panelek saz kir. Di panelê de li ser kêşeyên perwerdeya zarokên penaber ên Surî, bernameya ku ji aliyê Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê ve hatiye amede kirin û herwiha rêjeya zarokên xwendekar hat axaftin.

10ê Adarê li paytexta Tirkiyê Enqerê SETAyê panelek saz kir. Di panelê de li ser amarên Serokatiya Daîreya Koçê hat rawestîn. Li gorî îstatîstikan di sala 2016an de 290 hezar zarokên Sûriyeyî perwerdeya xwe berdewam dikin. Ji bo zarokan 3 corên xizmeta perwerdê tê dayîn. Wekî perwerdeya hûndirê kampê û derveyî kampê. Di kampan de navendên perwerdeya demkî û dibistanên dewletê hene. Herwiha debistanên taybetî ku ji aliyê Sûriyeyîyan ve hatine vekirin jî hene.

Alîkarê Musteşarê Wezareta Perwerdê Yusuf Bûyûk bal kişand ser Giştînameya Xizmeta Perwerdeya Biyanî û navendên perwerdeya demkî û got: “Navêndên perwerdeya demkî çareseriyeke têkuz e. Nimûneyeke wekî vê li cihanê tunê ye. Em di wan navendan de bi zimanê Erebî û bernameya perwerdeya Sûriyê dersan didin. Herwiha heger bixwazin, dikarin di dibistanên Tirkiyê de jî bixwînin.“

Di van dibistanan de mamosteyên Suriyê kar dikin. Ligel Perwerdeya Wezaretê û Serokatiya Kar û Barên Ayînî bi nûnerên kevin yên hikumeta Sûriyê ku niha li derveyî welat dijîn, komîsyonek hat danîn. Ji aliyê vê komîsyonê ve mamosteyên ku dikarin di wan dibistanan de kar bikin hatin hilbijartin. Herwiha lêgerîna li ser pirtûk û bernameya Sûriyê ku di van dibistanan dê were dayîn jî hate kirin.  

Alîkarê Rêveberê Serokatiya Kar û Barên Ayînî Tutkun bal kişand ser xebata vê komîsyonê û wiha axifî: “Bernameya perwerdeya ku li Suriyê dihate dayîn, ji aliyê komîsyonê ve cihên ku xeter in, jê hatin derxistin û ji nû ve hat sererastkirin.”

Li gorî Giştînameya Xizmeta Perwerdeya Biyanî, zarokên penaber yên Sûrî, eger li welatên xwe dibistanên xwe xelas kiribin û bikaribin li Tirkiyê dereceya hevtayiyê wergirin û ezmûnên xwe derbas bikin, dikarin biçin zanîngehekê.