Asayişa Rojava nivîsgeha ENKSê li Tirbesipiyê girt

Asayişa Rojavayê Kurdistanê li bajarê Tirbesipiyê nivisgeha xwecehî ya Encûmena Nistîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li gundê Sîha girt.

K24 – Qamişlo

Asayişa Rojavayê Kurdistanê li bajarê Tirbesipiyê nivisgeha xwecehî ya Encûmena Nistîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li gundê Sîha girt.
Li gor daxuyaniya ENKSê, duh hejmarek ji endamên Asayişa Rojav êrîşî nivîsîngeha ENKSê li gundê Sîhayê kirin û endamekî wê bi navê Memo Şêxmûs 2 demjmêran girtin.
ENKSê di daxuyaniya xwe de amaje kir ku, kiryarên Rêveberiya Xweser, jiyana siyasî li navçeyê pûç bike  û karên hevawa dijî binemayên demokratî û azadiyê û rawiştên Kurdayetiyê ne. 
Di heman mijarê de Asayişa Rojava, nivisgeha Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê li gundê Xezna jî girt.

Di 3ê vê mehê Asayişa Rojava, endamê Komîta Navendî yê PDK-Sê û di heman demê de endamê ENKSê, Ebdulrehman Apo, de bi tuhmetên xiyaniteyê girt.

Ji aliyê xwe ve, Asyaişa Rojava li devera Tirbesibiyê, tekez dike ku nivisgehên bûrî muhletên vekirinê ji Rêveberiya Xweser wernegirtine, ji ber vê yekê dê bên girtin ta ku muhletên fermî bidest bixin.
Ev cara duyem e, ku nivisgeha ENKSê li gundê Sîhayê tê girtin.