Demîrtaş: ji ber rewşa şer divê Serokwezîr hesab bide

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan HDPê dibêje rexna li Serokwezîrê Tirkiyê digire ku, Cizîr hat şewitand, bi sedan xort hatin kuştin, bi sedan hêzên ewlekariyê canê xwe jidest dan, divê Serokwezîr hesab bide.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/adb27096-1fc6-4440-a41e-e8e88a9be3f5/demrtash.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan HDPê dibêje rexna li Serokwezîrê Tirkiyê digire ku, Cizîr hat şewitand, bi sedan xort hatin kuştin, bi sedan hêzên ewlekariyê canê xwe jidest dan, divê Serokwezîr hesab bide.

Hevserokê HDPê Selahatîn Demîrtaş îro piştî nimêja îniyê pirsa rojnamevanan bersivand û da zanîn ku, ew ditirsin di demeke nêzîk de şerê navbera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Dewleta Tirkiyê de zêdetir bibe. Ji ber vê yekê pêwîst e maseya aştî û çareseriyê were danîn. Demîrtaş herwiha rexne li partiyên parlementoyê girt û ragihand ji bilî wan ti alî ne aştîxwaz e.

Demîrtaş got: “Her tişt li ser maseya aştiyê çareser dibe, lê hikûmet dibêje xendek hene, emê wan bi tank topan xilas bikin, heger em wan xendekan xilas nekin em xwe serkeftî nabînin. Em jî dibêjin, heger tu bişewitînî û komkujiyan çê bikî, aştî pêk naye.”

Demîrtaş hesab ji Serokwezîrê Tirkiyê Ahmed Davutoglu xwast û got jî: “Te Cizîr şewitand, bi sedan xort kuştin, bi sedan hêzên ewlekariyê cane xwe jidest dan, me çi biser xist? Divê Serokwezîr hesab bide.”

Damîrtaş rexne li partiyên parlementoyê girt û got: “Em wek siyasetmedarên demokratîk, em hewl didin ku şer çê nebe, em dijî şer in. Lê li Enqereyê AKPê û grûpa wî heye ji mirina çê dibe, razî ne û çepikan ji mirinê re didin. Gelo heye ji bilî HDPê behsa aştiyê dike. MHP dibêje şer hindik e. AKP dibêje me kuşt û perçiqand. Jixwe CHP jî feleketa xwe winda kiriye û nizane çi bibêje.”