“Kî bibêje Heşda Şabî û Hizbulah terorist in bi xwe terorist e”

Piştî ku Wezêrê Derve yê Iraqê got ku, “kî bibêje Heşda Şabî û Hizbulaha Libnanî yên Şîe grûpên teroristî ne, ew bi xwe terrorist in”, Şanda Erebistana Siudiyê ji komcivîna Komkara Erebî vekişiya.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî ku Wezêrê Derve yê Iraqê got ku, “kî bibêje Heşda Şabî û Hizbulaha Libnanî yên Şîe grûpên teroristî ne, ew bi xwe terrorist in”, Şanda Erebistana Siudiyê ji komcivîna Komkara Erebî vekişiya.

Çavkaniyekê ji ajansa “Ruetres” re ragihand ku, Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî, di gotara xwe ya di civîna 145ê ya Komkara Erebî de got ku, “Heşda Şabî û Hizbulaha Libnanî rûmeta Ereban parastiye, kî wan bi terorê tuhmetbar bike, bi xwe terrorist e.”

Li gor wê çavkaniyê, piştî gotina Caferî, şanda Erebistana Siudiyê ji wê civînê vekişiya.

Encûmena Hevkariyê ya Kendava Erebî di 2 Adarê de, Hizbulaha Libnanî bi hemû serkirde û rêxistinên bi ser wê ve, bi rêxistineke terorî binav kiribû.

Hizbulaha Libnanî ji destpêka krîza Sûriyê de li aliyê Serokê Sûriyê Beşar Esed li dijî opozîsyonê şer dike. Heşda Şabî milîşyayeke Iraqî ya taîfî ye ku bi encamdana çendîn tawanên li dijî Suniyên Iraqê tê tawanbarkirin.