“6 milyar dolar didin YEyê û bila penaberan bo xwe bibin”
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu wek nerazîbûnekê li hember rêkeftina welatê wî ligel Yekîtiya Ewropayê (YE) dibêje, welatê wî 6 milyar euro bi de Ewropayê, bo penaberên Sûrî û Efxanî ji Tirkiyê bibin.
Serokwezîrê Tirkiyê Ahmed Davutoglu di guftûgoyên derbarê çareserkirina krîza penaberan li Brûkselê rêkeftibû, ku Tirkiyê 4 milyar euro ji Yekîtiya Ewropayê werbigire û Tirkiyê rê li pêş penaberên berên xwe didin Ewropayê bigire.
Davutgolu derbarê wê rêkeftinê de, amaje bi zîrekiya xwe di wê guftûgoyan de kiribû û gotibû: “Wek bazirganekî serkeftî ew rêkeftin birêve biribû.”
Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di daxuyaniyekê de li beramber Davutoglu got: “Bazirganê serkeftî dizane çawa bazirganiyê bike, ez dizanim wan bê sûde li ser wê rêkeftinê îmze nekirine.”
Kiliçdaroglu ji destpêkê de dijiyatiya xwe bo rêkeftina di navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyê bo çaeserkirina krîza penaberan ragihandibû û got: “Nabe em wê rêkeftinê qebûl bikin.”