Nîqaşên li ser biryara Destûra Bingehîn berdewam in

Biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê ji bo azadiya çapemeniyê wekî biryareke dîrokî tê nirxandin. Ji ber ku li gorî hiqûqnasan ew dê ji bo dozên azadiya çapemeniyê bibe mînak.

K24 - Enqere

Ew biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê ku li ser berdana rojnamegerên rojnameya Cumhurîyetê da ji aliyê Serokkomar û hikûmetê ve bi tundî hatibû rexnekirin. Gelo dibe ku ev biryar bibe mînak ji bo wan telewîzyon û rojnameyên ku hatine girtin? Pispor vê mijarê dinirxînin.

Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê diyar kir ku rojnamegerên Cumhuriyetê Can Dûndar û Erdem Gûl tenê karê rojnamegeriyê kirine û girtina wan, binpêkirina mafên mirovan e. Loma dadgehê derbarê wan de biryara dadgehîkirina bêgirtin da.

Dadgeha destûra bingehîn ji ber nerazîbûna serokkomar û hikûmetê, di rojanameya fermî ya Tirkiyê de “Biryara Hincetdar” ragihand. Lê belê nîqaşên li ser vê mijarê her berdewam in.

Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Bariş Yarkadaş helwesta serokkomar rexne kir û got: “Divê serokkomar,  biryarên ku dadgeha destûra bingehîn dane, bîne cih. Ji ber ku li ser destûra bingehîn sond xwariye. Lê serokkomar ji ber tirsa xwe wiha tevdigere. Ji ber ku dadgeha destûra bingehîn rojekê wî jî dê darizîne. Herwiha serokkomar, doza Dûndar û Gûl ji xwe re kiriye mesele û dozeke şexsî.”

Biryara dadgeha destûra bingehîn ji bo azadiya çapemeniyê wekî biryareke dîrokî tê nirxandin. Ji ber ku li gorî hiqûqnasan ew dê ji bo dozên azadiya çapemeniyê bibe mînak. Di van rojên dawîn de li aliyekî telewizyona IMCê hat girtin û li aliyê din jî qeyyum bo rojnameya Zamanê Û ajansa nûçeyan a Cîhanê hatin tayînkirin.

Serokê Komeleya Hiquqnasên Nûjen Murat Yılmaz jî bal kişand ser saziyên çapemeniyê, giringiya vê biryarê û wiha axifî: “Biryara dadgehê ji bo saziyên çapemeniyê wekî minak e. Ji ber ku girtina ÎMC û qayyumê ku hatiye ser kompaniya Fezayê, ji bo azadiya çapemeniyê xeter e. Heke biryareke din derkeve, ew biryareke siyasî ye, ne biryareke hiqûqî ye.”

Li gorî hiquqnasan, li Tirkiyê serdemeke bê hiquqî heye. Bi baweriya hiqûqnasan ev pêvajoya ku her diçe ji demokrasiye dur dikeve wê di qada mafên mirovan de li pêşberî çavê welatên Yekitiya Ewropayê bêhtir Tirkiyê bixe tengasiyê.