Rojnamevanên jin di mercên dijwar de kar dikin

Li tevahiya cîhanê di 25 salên dawî de hejmara jinên ku beşdarî jiyana kar û bar dibin zêde dibe. Lê belê şert û mercên jinên xebatkar li gor mêrên xebatkar gelekî dijwar in. Yek jî wan pîşeyan jî ku jin zehmetiyan tê de dikşînin, rojnamegerî ye.

K24 - Enqere

Li tevahiya cîhanê di 25 salên dawî de hejmara jinên ku beşdarî jiyana kar û bar dibin zêde dibe. Lê belê şert û mercên jinên xebatkar li gor mêrên xebatkar gelekî dijwar in. Yek jî wan pîşeyan jî ku jin zehmetiyan tê de dikşînin, rojnamegerî ye.

Karê rojnamegeriyê her ku diçe li Tirkiyê zehmetir dibe. Rojnamevanên jin êdî nikarin bi rehetî karê xwe bikin. Di serî de li wan bajarên Bakurê Kurdistanê yên ku şer û pevçûn tê de hene, rojnamevanên jin rastî zordestî û fişarên hêzên asayîşê tên û gef li wan tên xwarin.

Li ser vê mijarê me li Enqereya paytexta Tirkiyê rojnamevanên jin ku çendîn sal e vî karî dikin ji Kurdistan24ê re axifîn. Rojnamevan Nurcan Gokdemîr diyar kir ku dema qeyranek biçûk di nava medyayê de derdikeve, destpêkê xebatkarên jin ji kar têne avêtin.

Rojnamevana Bîrgunê Nurcan Gökdemîr got: "Di vê sektorê de wekî jinekê karkirin gelekî zehmet e. Di vî warî de tê dîtin ku di qademeyên jêr de gelek jin dixebitin. Lê mixabin di karê serperiştê nûçeyan anko qademeyên rêveberiyê de em qet jinan nabînin. Tu hêviya min nîn e ku em rojên xweş bibînin, dê xerabtir bibe."

Rojnamevana Qenala Îmc ê Ceren Bayar jî bal kişand ser bûyerên dawî û nexweşiyên ku rûbirûyê rojnamegerên jin dibin û ji Kurdistan24ê re wiha axifî: "Gelek tiştên xirab hatin serê wan hevalên me yên jin ku li deverên şer û pevçûnan dixebitin. Ji bilî van tiştan di yaseyên li ser jinan û nêrîna li ser jinan de jî pirsgirêk heye. Li gorî sîstemê tenê hîngê hesabê jinan tê kirin dema ku dibin dayîk."

Rojnamevana qenala TRT Kurdî Hanîfe Islanmaz jî ew nexweşî û arîşeyên ku têne serê jinên rojmanevanên jin,  bi awayekî cuda nirxandin: "Pirsgirêkên me ji aliyê ziman ve hene. Ji ber ku em li Enqerê ne, bûyer û mijar jî gelek in, lê ji ber ku ew kesên Kurdî dizanin gelekî kêm in, em zehmetiyê dikşînin."

Di çend mehên dawî de di wan bûyeran de ku li bajarên Tirkiyê û bajarên Bakurê Kurdistanê rûdidin, bêhtir gef li rojnamevanên jin tên kirin ku tê de kuştin û destdirêjî jî heye. Herwiha piştî girtina çend rojname û qenalên televîzyonê gelek rojnamevanên jin jî  karê xwe ji dest dan.

Rojnamevana Qenala Îmcê Ceren Bayar

Rojnamevana kenala TRT Kurdî Hanîfe Islanmaz