Amerîka piştgiriya beşdarbûna PYDê di Cenêv3 de dike

Di gera yekem ya danûstandinên Cenêv3 de, Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) li ser pişka opozîsyona Sûriyê beşdarî danûstandinan kirbû, lê tevî hewlên Rûsyayê Hevserokê PYDê Salih Mislim beşdar ne bûbû.

K24-Navenda Nûçeyan

Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê ragehand ku, welatê wî piştgiriya beşdarbûna Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) di gera duyemîn a danûstandinê Cenêv3 de dike.

Derbarê vê yekê Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê John Kerby di daxuyaniyekê de wiha got: "Nûnerên Kurdan beşek ji danûstandinên Cenêvê bûn, di baweriya min de dive em li ser vî yekê di civînên bê de berdewam bin."

Kerby da zanîn ku, biryara beşdarbûna nûnerên Kurdan di danûstandinan de li nûnerê Neteweyên Yekbûyî Staffan De Mistura vedgere, tekez kirk u, welatî wî di hawlêîn xwe bike daku beşek ji proseya danûstandinê be.

Berî niha Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di hevdîtnekê de ligel Serokê Tevgera Piralî yê Opozîsyona Sûriyê Rende Qesîs, amaje bi pabendiya bi agirbesta li Sûriyê kirbû. Herwiha tekezî li ser beşdariya Kurdan di gera duyemîn ya danûstandinên aştiyê li Cenêvê de kirbû.

Di gera yekem ya danûstandinên Cenêv3 de, Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) li ser pişka opozîsyona Sûriyê beşdarî danûstandinan kirbû, lê tevî hewlên Rûsyayê Hevserokê PYDê Salih Mislim beşdar ne bûbû