Li Nisêbînê 2 polîsên Tevgera Taybet birîndar bûn

Şevê din piştî ku 2 polîsan Tevgera Taybet li navçeya Nisîbînê birîndar bûn, bi awayekî dijwar şer û pevçûnan dest pê kir û heta sere sibehê jî dengê fîşekan qut nebû.

K24 – Mêrdîn

Li Bakurê Kurdistanê şer û di pevçûnên navbera hêzên ewlekariya Tirkiyê û şervanên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) de berdewam in.

Şevê din piştî ku di êrîşekê de 2 polîsan Tevgera Taybet li navçeya Nisîbînê ya Mêrdînê birîndar bûn, bi awayekî dijwar şer û pevçûnan dest pê kir û heta sere sibehê jî dengê fîşekan qut nebû. Evna jî bû sedema nîgeraniya welatiyan.

Şevê din li taxa Ebdulqadir Paşa a Nisêbînê otomobîla zirxpoş a polîsan ket ber êrîşekê û 2 polîsên Tevgera Taybet birîndar bûn. Piştî bûyerê teqeyan dest pê kir û heta berê sibehê berdewam bû.

Ligel ku tirs û xof li ba welatiyan çêbû heta niha nayê zanîn gelo kes hatiye kuştin an birîndar bûye yan na. Ligel ku Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê doh sinyala destpêkirina operasyonan li navçeyê dabû ji şevê din ve rewş ber bi aloziyê ve diçe û li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê tevgera leşkerî zêde bûye.