Welîd El-Mûelim: Em fedralizmê qebûl nakin

Biryare 14ê vê mehê danûstandin derbarê kirîza Sûriyê di nav bera opozîsyonê û rejîma wî welatî destpê bike, civîn dê deh rojan berdewam bin.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê rejîma Sûriyê ragehand ku, welatê wî bi ti awayî fedralîzmê li Sûriyê qebûl nake, tekezî li ser yekgirtina sûriyê kir.

Derbarê vê mijarê Wezîrê Derve yê rejîma Sûriyê Welîd El-Mûelim îro,di kongreyekî ronamevanî de perçebûna Sûriyê red kir, da zanîn ku, ew li gel yekgirtina Sûriyê ne, herwiha diyar kir ku, çareserkirina Sûriyê di destê gelê Sûriyê de ye.

El-Mûelim rexne li Nûnerê Neteweyên Yekbûyî Setffan Di Mistura kir ku, biryara qonaxa veguhêz ne di destê Staffan di Mistura deye, di belgeyên Navdewletî de tiştekî wiha nîne, da zanîn ku, eger opozîsyona Sûriyê bi xeyala hikûmeteke veguhêz diçe Cenêvê, bila baş bizanin  Cenêv biser nakeve.

Derbarê hilbijartinê Sûriyê El-Mûelim da zanîn ku, Hilbijaritnên Parlamentoya Sûriyê danûstandinên Cenêvê binpê nake.Aşkere kir ku, heta niha 11 hezar kes bûne berbijêr.

Ji aliyeke din ve El-Mûelim daxwaz kir ku, hemû aliyên opozîsyona Sûriyê di civînên Cenêvê de beşdar bin, di nav wan de jî Kurd.

Biryare 14ê vê mehê danûstandin derbarê kirîza Sûriyê di nav bera opozîsyonê û rejîma wî welatî destpê bike, civîn dê deh rojan berdewam bin.