Yaşar Kaya li Monûmênta Şehîdan hat veşartin

Ronakbîr û siyasetmedarê Bakurê Kurdistanê Yaşar Kaya ku Çarşemba borî koça dawî kiribû îro li Monûmênta Şehîdan a Hewlêrê hate veşartin. Di rewresma veşartinê de hezkirî û dostên Kaya bal kişandin ser têkoşîna wî û diyar kirin ku Kaya yek ji wan kesayetên bijare yê Kurdistanê bû.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/daa582bc-aed2-405a-ad69-8322fd464f03/Yasar%20Kaya%20Vesartin.ism/manifest

K24 – Hewlêr

Ronakbîr û siyasetmedarê Bakurê Kurdistanê Yaşar Kaya ku Çarşemba borî koça dawî kiribû îro li Monûmênta Şehîdan a Hewlêrê hate veşartin. Di rewresma veşartinê de hezkirî û dostên Kaya bal kişandin ser têkoşîna wî û diyar kirin ku Kaya yek ji wan kesayetên bijare yê Kurdistanê bû.

Rewşenbîr û Serokê DEPê yê berê Yaşar Kaya îro li Hewlêrê Monûmênta Şehîdan hate veşartin. Ji her çar parçeyên Kurdistanê gelek siyasetmedar, nivîskar, rojnamevan û rewşenbîr di rewresma veşartina Kaya de cih girtin. Hevjîna Kaya ji ber mazûvanî û xwedîderketina wan sipasiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Kurdistanê Neçîrvan Barzanî kir û gotinên dawî yên Yaşar Kaya yên di derbarê rewşa Kurdistanê de eşkere kirin.

Berpirsê Peywendiyên Niştimanî û Iraqê Ahmed Kanî jî bal kişand ser têkoşîna Yaşar Kaya û da zanîn ku Kaya kesayetek ronakbîr û kedkarê doza kurdî bû.

Weşanger Abdullah Keskîn jî ragihand ko Yaşar Kaya û hevalên xwe di demên herî zehmet de doza Kurdayetiyê dikirin û derbarê têkoşeriya wî de serboriyeka wî anî ziman.

Yaşar Kaya di sala 1938 an de li Bakurê Kurdistanê bajarê Qersê ji dayik bû. Di sala 1959an de ji doza 49an hate girtin ku ev doz di dîroka tevgera Kurdî ya nêzik de xwedî cihêkî girîng e. Di sala 1991an de bû Serokê DEPê û damezirînerê Weqfa Kurdî ya Stenbolê. Ji ber zext û zordestiya dewleta Tirkiyê neçar bû ku berê xwe bide Ewropayê û heta sala 2014an li wir ma. Çarşemba borî li Hewlêrê ji ber pirsgirêkên tendirûstiyê koça dawî kir. Malbata Yaşar Kaya dê sersaxiyan li Mizgefta Celîl Xeyat a Hewlêrê qebûl bike û taziye heta 2 rojan dê bidome.