Mesrûr Barzanî: Federalîzmê nikarî hevpariya rastî encam bida

Rawêjkarê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê dibêje, “Di baweriya me de bû ku sîstema federalîzmê dikare çareseriya pirsgirêkan Iraqê bike, lê ezmûna federaliyê nikarî hevpariya rastî encam bida.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Rawêjkarê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê dibêje, “Di baweriya me de bû ku sîstema federalî dikare çareseriya pirsgirêkan Iraqê bike, lê ezmûna federaliyê nikarî hevpariya rastî encam bida.”

Rawêjkarê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesûr Barzanî di hevdîtinekê ligel Serokê Parlemntoya Iraqê Selîm Cibûrî civiya û ragihand, pirsgirêkên Iraqê ne bi tenê pirsgirêka ewlehî û aborî ne, lê şikandina sîstema siyasî ye, ku bêbawerî di navbera pêkhateyan de çê kiriye. Ji ber wê pêwîst e pêkhateyên Iraqê bi azadî guftûgoyê derbarê rewş û gerantiya pêkvejiyana aştiyane bikin.

Barzanî amaje bi pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê kir û got: “Em û Iraqê şerê dijminekî hevbeş dikin, lê Bexda hevkariya me nake û astengiyan bo me çê dike. Di baweriya me de bû ku sîstema federalî dikare çareseriya pirsgirêkan Iraqê bike, lê ezmûna federaliyê nikarî hevpariya rastî encam bida.”

Ji aliyê xwe ve, Cibûr qehremanî û qurbanîdayîna hêza Pêşmergeyê Kurdistanê di rûbirûbûna DAIŞê bo ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê bilind nirxand, herwiha behsa rewşa ewlehî, siyasî û aborî yên niha ya Iraq û herêmê kir.