Li Bakurê Kurdistanê berhevkirina nêrgizan

Li Bakurê Kurdistanê ciwanên gundê Alîna ser bi Êlihê, bi germbûna hewayê re li çiyê dest bi berhevkirina nêrgizan kirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/f9c16b2d-538f-4f68-b894-9dec84e7eb31/nargis.ism/manifest

Mehmet Şîrîn Yilmaz / K24 - Êlih

Li Bakurê Kurdistanê ciwanên gundê Alîna ser bi Êlihê, bi germbûna hewayê re li çiyê dest bi berhevkirina nêrgizan kirin. Ciwan ji bo bikarin alîkariya malbata xwe bikin van nêrgizan berhev dikin û difroşin.

Ciwanên gundê Alînê guh nadin metirsiya mirinê û ji bo berhevkirina nêrgizan hildikişin wan çiyayên bilind û asê. Gulên nêrgizan ligel xweşikbûna wan û bêhna wan a xweş, mizgîniya hatina biharê ji didin. Bi çinîn û berhevkirin û firotina van nêrgizan zarok mesrefên xwe yên dibistanê jî derdixin.

Îbrahîm Alpê muxtarê gundê Alînê amaje bi wê yekê dike ku ciwanên vî gundî bi salan e van nêrgizan kom dikin û debara xwe û malbata xwe pê dikin.

Îbrahîm Alp ji Kurdistan24ê re got: "Ew marîfeteke gundê me ye, yanî ev hezar sal e ew nêrgiz hene û di van latan de çêdibin.  Ji Sibatê heta Adarê em jê dikin û dibin Heskîf, Êlih û Kercosê difiroşin; bêhna wan xweş e û çîçekeke taze ye."

Ciwanên ku nêrgizan diçinin xweşî û zehmetiyên vî karî ji Kurdistan24ê re ragihandin. Yusuf Alp wiha dibêje: "Wele  komkirina van nêrgizan gelekî zehmet e, çiya zêde asê ne; em her tim bi talûkeya mirinê re rûbirû ne. Dema em têne malê em bêhneke fireh distînin."

Evdirrehman Bulut jî wiha diaxife: "Em şeveqa diçin mektebê û danê êvarê ji dibistanê derdikevin tên malê. Piştre em derdikevin ser çiyayan. Em di van çiyayên asê de nêrgizan diçinin û dibin malê wan paqij dikin û ji bo firotinê amade dikin."

Li gundê Alînê  35 mal hene û 350 kes li vî gundî dijîn. Zarokên vî gundî di şert û mercên gelek dijwar de vî karî dikin û wan nêrgizên ku berhev kirine dibin nava bazaran û bi bihayê 4-5 lîreyên Tirkî difiroşin.