Rewşenbîr Serxwebûna Kurdistanê erênî dibînin

Rewşenbîr, rojnamevan û siyasetmedarên Tirkiyê helwêsta Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya derbarê serxwebûnê de bi awayekî erênî nirxandin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/dd74b8ff-b630-4ac2-af86-f3dccbba048a/MesudBarzaniSerxebun.ism/manifest

K24 - Stenbol

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî rojên çûyî axaftineke dîrokî kir û ragihand ku ger ew vê care şer bikin dê ji bo serxwebûna Kurdistanê şer bikin. Rewşenbîr, rojnamevan û siyasetmedaran helwesta Barzanî bi awayekî erênî nirxandin.  

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî rojên çûyî axaftineka dîrokî kir û ragihand ku ger ew vê care şer bikin dê ji bo serxwebûna Kurdistanê şer bikin. Barzanî di berdewamiya axaftına xwe de got ku, ger xwîna xwe ew careke din birêjîn dê ji bo serxwebûna Kurdistanê birêjin, ew bo serxwebûna Kurdistan ji Enqere û Tahranê destûrê naxwazin.

Ev peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Tirkiyê bi awayeki erênî hat dîtin. Rewşenbîr, rojnamevan û siyasetmedarên Tirkiyê  helwêsta Barzanî bi awayekî erênî nîrxandin û ev helwêsta Barzanî wek mafekî Kurdan dîtin. Rêvebera Karê Nivîsê yê Kovara Aborîya Kur Sînem Koseoglu dibêje gava Herêma Kurdistanê serbixwe bibe divê têkilîyê wê li gel Tirkîyê xwirttir bibe. 

Rêveberê Karê Nivîsê yê Kovara Aborîya Kur Sînem Koseoglu li ser mijarê ji Kurdistan24ê re wiha axifî: "Birêz Barzanî mafekî Kurdan bilêv dike. Niha jî statuyeke Herêma Kurdistanê heye. Ev daxwaz jî daxwazeke asayî ye. Ya girîng ewe ku Herêma Kurdistanê gava vêya birêve bibe têkilîyê wê gerek li gel Tirkîyê xurt be."

Serxwebûna Kurdan pêştir li Tirkîyê wek pirsgirêk dihat nirxandin, lê vê dema dawî tiştekî normal tê hesibandin. Parlamenterê HDP Mehmet Emîn Adiyaman jî dibêje eger li Başûrê Kurdistan serxwebûn çêbibe ew dê rêzê lê bigirin.

Parlamenterê HDP yê Îdîrê Mehmet Emîn Adiyaman wiha dibêje: "Wek referandûmê gelê Başûr çi biryarê bide biryar ya gel e, emê rêzê nîşan bidin. Her çar perçe bi rastî bihev ve girêdayî ne, qedera wan yek e; zilm ditîne, êş dîtine û gerek em hev fam bikin."

Nivîskar û akademîsyen Ufuk Uras jî vê daxuyanîyê erênî dibîne û nerîna xwe wiha tîne ziman: "Ez bi awayekî prensîbî vê daxuyanîyî erênî dibînim. Gerek helwêsteke wiha jî bibe. Ez dizanim ku ev gotin ji bo raya giştî ne û helwêsteke dîplomatîk e. Lê ji bo vê derê bivê nevê dê statûyek serbixwe derkeve."

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi awayekî bênavber daxwaza referandûma Kurditanê dike. Ev daxuyaniya Barzanî di nav Kurdên Bakurê Kurdistanê de jî bi rengekî baş tê temaşekirin. Ev daxwaz wek daxwazeke hemû Kurdan derdikeve pêş.