"Beşdarbûna Kurdan di proseya Siyasî li Sûriyê de giring e"

Biryare sibe gera duyemîn a civînên Cenêv3 destpê bike, heta niha Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) nehatiye vexwendin.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Birîtanyayê Philip Hammond ragehan ku, beşdariya Kurdan di proseya Siyasî li Sûriyê de giring e.

Derbarê vê mijarê de Wezîrê Derve yê Birîtanyayê Philip Hammond li zanîngeha "Path" a Brîtanyayê duh, êvarî di gotarekî wiha gotibû: "Pirsa yekgirtina Sûriyê bo me ne cihê danûstandinê ye, nabe dewleteke Kurdî serbixwe li wî welatî were damezran din."

Hammond da zanîn ku, rapor li cem wan hene, diyar dike ku, pêwendiyê di navbera rejîma Sûriyê û Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) dehene, lê Hammond beşdarbûna Kurdan di proseya Siyasî li Sûriyê de bigiring binav kir.

Biryare sibe gera duyemîn a civînên Cenêv3 destpê bike, heta niha Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) nehatiye vexwendin.