Barzanî: Kurdistan dibe giraveke saxlem li Rojhilata Navîn

Barzanî daxwaz kir ku, di dûbaredariştina Rojhelata Navîn de, dewleta serbixwe ya Kurdistanê bê damezrandin

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo malpera Philadelphia ragehand ku, dewleta Kurdistanê dibe giravekî saxlem di Rojhilata Navîn de.

Di hejmara rojnameya Philadelphia Ingwrer û sitûna Worldview a îro de, dîmenekî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hatiye belavkirin û li gel wî dîmenî nameyekî berçav ji hemû serok û rêveberên cîhanê re hatiye arastekirin û di nameyê de Serokê Herêma Kurdistanê radigehîne, sînorê kevin ê Rojhilata Navîn tenê li ser kaxez hebûna berdewam dike, lê di rastîiyê de heqîqetêkedin heye û divê ev heqîqet li berçav bê girtin.

Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî tê de wiha  dibêje: ‘’Li gel tevlihevî û ne saxlemiya Rojhilata Navîn, xîlafeta Îslamî ya DAIŞê bi awayekî berfireh li Sûriyê û Iraqê hebûna xwe berdewam dike, neha demekî başe ku dûbare mirov berê xwe bide sînorên herêmê, lê ne wek 100 sal berî naha ku Brîtanya û Frensa herêm dabeş dikirin û bê ku ji kesekî bipirsin. Divê vê carê serok û rêveberên Rojhilata Navîn beşek bin ji vê piroseyê.’’

Serokê Herêma Kurdistanê, hêvî dike, di dûbaredariştina Rojhelata Navîn de, dewleta serbixwe ya Kurdistanê bê damezrandin û ew dixwaze evsal referandûmê pêkbînin, ku gelê Kurdistanê nêrîna xwe di derbarê serxwebûnê de bide zanîn.

Peyamnêrê rojnameyê Trudy Rubin di raportê de dinîvîse: ‘’Dema Barzanî ji bo wan diaxift, diyar kir sînorên Rojhilata Navîn tenê li ser kaxezê mane û naha li ser erdê ne pêkane û heqîqetekedin heye. Eva rewşa Iraqê ye ku tê dîtin. Dema rejîma Sedam Hisên têkçû, şer ê mezhebî di navbera Şîe û Sune derket, li Sûriyê jî rejîm bi awayekî pir xirab di beşekê de li ser bingehê mezhebî bersiva xwepêşandanên aştiyane da. Her ew fitnegeriya mezhebî rê ji bo DAIŞê vekir, ku di navçeyên Suneyan de her du aliyan, hem li Sûriyê, hem li Iraqê binkeyên xwe damezrand. Bi taybet di wan navçeyan de Sune û Şîe li gel yek têkelin. Kesê nekarî wan ji yek cuda bike û ji ber vê kuştin berdewamin. lewma pêwîste ji yek bê ne cudakirin, lê ev cudakirine divê di çarçoveya herêmên Federal ên nû de be. Yan jî cudakirinekî fermî be û divê rastî li ber çav bêne girtin.

Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir, ku, dewleta serbixwe ji bo Kurdan, piştî rêkeftina Lozanê ya di sala 1923 ê yê heta naha, hêvî û daxwaza Kurdane. Ew rêkevtine di navbera hevpeymaniya şerê cîhan û Tirkiyê de piştî desthilatiya Osmaniyan hatiye îmze kirin û li gor belgeyên ku hene, ji Kurdan re soz hatine dayîn ku dewletekî serbixwe li ser erdê wan bixwe wê ji wan re bê dayîn.

Herwiha di hevpeyvînê de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihandiye: ‘’Kurd piştî sala 1991ê ve, dema ku Amerîkayê herêm ji firokeyên rejîma Sedam re qedexe kir, derfet ji bo Kurdan çêbû heta radeyekî pir giring de bixwe xwe rêvebir. Herçend dibin ambargoyên aborî jî de bu û pirsgirêkên navxweyî yên Herêma Kurdistanê hebe jî, cîhê herî saxlem ê Iraqê bu û rolekî mezin di têkşikandin û paşdekêşana DAIŞê de girte sermilê xwe û pêşwaziya bi hezaran penaberan kir.’’

Barzanî piştrastiyê dide hemû cîhanê ku, ew dewleta serbixwe ya li Kurdistana Iraqê damezrêt wê bibe giravekî saxlem a temamî li Rojhilata Navîn.