Demirtaş bo CHPê: Werin em bi hevre têbikoşin
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan HDPê Selahattîn Demirtaş dibêje kesên xemxwarê gelê xwe ne di nav Partiya Gel a Komarê CHPê de hene û banga hevkariyê kir.
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan HDPê Selahattîn Demirtaş got: Ez dizanim li parlementoyê kesên xemxurê gelê xwe hene, di nav CHPê û partiya min de jî hene, werin em mil bi mil û bi hevre têbikoşin. Demîrtaş diyar kir, ku ji vê daxuyaniyê banga wî, ne yekîtî û tifaq e. Bi tenê tevkariya siyasî ye.
Her wiha Demîrtaş got: “Heke em bikarin bêhtir hesabê van tiştên diqewmin bipirsin, divê em piştevaniya hev bikin.”
Li gor Demirtaş çiqas zilm zêde bibe berxwedan jî ew qas zêde dibe.
Demirtaş da zanîn ku, hejmara wan bi milyona ne, pêdiviya wan bêhtir bi wêrekiyê heye. Ev gava ku Parlemento li beramberî wan diavêje, li dijî rakirina parêzbendiya wan, divê piştgiriya HDPê were kirin. Di nav CHPê de jî kesên piştgiriya HDPê bikin hene.