Şanda hikûmeta Sûriyê gihêşt Cenêvê

Şanda hikûmeta Sûriyê bo danûstandinên aştiyê bi serokatiya Beşar Caferî gihêşt Cênêvê. Heger di heyama 24 demjimêran de jî, danûstandin birêve neçe, ewê ji danûstandinan vekişin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şanda hikûmeta Sûriyê bo danûstandinên aştiyê bi serokatiya Beşar Caferî gihêşt Cênêvê. Heger di heyama 24 demjimêran de jî, danûstandin birêve neçe, ew ji danûstandinan vekişin.

Şanda hikûmeta Sûriyê bi serokatiya Beşar Caferî û hin endamên din, ku di nava wan de Serokê Destpêşxeriya Niştimanî ya Kurdên Sûriyê Omer Osê, bo destpêkirina danûstandinên aştiyê di navbera rêjîm û opozîsyonê, îro gihêştin Cenêvê.

Hikûmeta Sûriyê duh ragihandibû, ku ewê biçin Cenêvê, heger di heyama 24 demjimêran de jî, danûstandin birêve neçe, ewê ji danûstandinan vekişin.

Nûnerê navdewletî bo Sûriyê Steffan De Mistura jî berî demekê ragihandibû, ku ewê di gera duyem de, kar li ser nivîsandina destûreke nû û hilbijartina serokatiya Sûriyê bikin, ji aliyê hikûmetê ve jî ev yek tê red kirin.

Desteya Bilind a Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê daxuyaniyek belav kir, tê de tekezî li ser beşdarbûna xwe di gera duyem a danûstandinên Cenêv3 de kir, da zanîn jî ku, şanda opozîsyonê wê desteya Hikûmeteke Veguhêz gotûbêj bike.

Biryar e, sibe gere duyem a civînên Cenêv3 destpê bike, De Mistura jî diyar kiribû, ew danûstandin wê deh rojan berdewam bike, 3ê babetên sereke têne gotûbêj kirin.