Nwênerên Kurd li Bexdayê hoşdarîyê didin Ebadî.

Kurd daxwaza 20% ji postên hikumeta nû ya Heyder Ebadî serok wezîrên Îraqê dikin, perlemantarekê YNKyê jî dibêje: Me ji Ebadê re gotîye, Eger hikumeta Îraqê bi temamî guhertin têde bihê kirin, divê Ebadî bi xwe jî, dest ji kar vekişîne.

K24- Hewlêr:

Kurd daxwaza 20% ji postên hikumeta  nû ya Heyder Ebadî serok wezîrên Îraqê  dikin, perlemantarekê YNKyê jî dibêje: Me ji Ebadê re gotîye, Eger hikumeta Îraqê bi temamî guhertin têde bihê kirin, divê Ebadî bi xwe jî, dest ji kar vekişîne.

Ev di demekê deye hêj Kurdan berbijarên xwe bo postan dîyar nekirine.

Ew hikumeta Ebadî di bernameya xwe ya çaksazîyê de pê re mijûle, bo rizgarkirina Îraqê  ji  tengijeyan, di pêngava yekê de guhertinan li neh wezaretan  dike. Daxwaz ji alîyên sîyasî jî kirîye berbijarên xwe bo ewan postan destnîşan bikin.  Kurd jî daxwaza 20% ji postên hikumeta teknûkrata Ebadî  dike. Lê heya niha serkirdatîya sîyasîya Kurd berbijarên xwe bo wan postan destnîşan nekirine.

Kawe Mehemed  perlemantarê Îraqê li ser lîsta Gorran got: Pêdivîye ev rêje bihê çespandin  nekû tenê li ser astên wezaretan belkû li ser  astên desteyên serbxwe û xwar postên wezîr jî bihê paraztin.

Herweha got: Ebadî  di kombûna xwe de li gel firakisyûnan gotîye em dê parêzgarîyê ji vê rêjeyê bikin.

Ev perlemantarê Gorran  naveşêre  ku di dema kombûnê de serok wezîrên Îraqê li gel serok firaksyûnên Kurd, ji Ebadî re gotine, eger hikumeta Îraqê bi temamî guhertin têde bihê encamdan divê ew bixwe jî dest ji kar vekişîne, lê wî bersiva nwênerên Kurd neda.

Nwênerên Kurd hoşdarîyê didin Ebadî ku hewil nede di hikumeta teknûkrat de pişta xwe bike Kurdan.

Rengîn Ebdûlal perlemantara Îraqê li firakisyûn YNKyê got: Îraq kavile ji hemû bwaran de, ji alîyê sîyasî, eqlî, serbazî, abûrî û birêvebirinê  û nabe daxwaza pêkhînana hikumeta teknûkrat bihê kirn, erê ew hikumet dê wê aramancê bi hingive ewa bo hatîye dîyarî kirin?

Wek sîyasî dibêjîn, bêdengîya serkirdatîya Kurd  li hember Bexdayê, peywendî bi nemana bawerîya kurde  bi Îraqa hevgiortî

 

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/8ff3b2d0-b235-4dda-960a-3f4392c65b4f/kurd%20w%20eraq.ism/manifest