Kerry: Di 3ê heftiyan de 600 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Biryare îro, danûstandinên Cenêv3 di gera xwe ya duyemîn de, derbarê kirîza Sûriyê destpê bike.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry ragehand ku, di hundirê 2ê heftiyan de DAIŞê 3ê hezar kîlometr çargoşe ji erdê Sûriyê di destxwebir, 600 çekdarên wê jî hatine kuştin.

Derbarê vê rêjeya nû, Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry di kongreyekî rojnamevanî de li Parîsê wiha got: "DAIŞ hêza berevaniyê nemaye, her diçe ew hêz bipaşve diçe, di hundirê 3ê heftiyan de 3ê hezar kîlomet çargoşe ji navçeyên kontirolkirî li Sûriyê ji destbiriye."

Derbarê agirbesta li Sûriyê û daxuyaniyê Wezîrê Derve yê wî de welatî Welîd El-Mûelim, Kerryî da zanîn ku, daxuyaniyên Mûelim astangan dixe pêşiya proseya siyasî de.

Biryare îro, danûstandinên Cenêv3 di gera xwe ya duyemîn de, derbarê kirîza Sûriyê destpê bike.