Di Salvegera Ciwan Mîranî de xelata rojnamegeriyê

Ciwan Mîranî ji gundê Sewêdiyê ye yê ser bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye, sala 2013 bûye yekemîn neqîbê Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistana Sûriyê û di 13ê Adara 2015an de koça dawî kir.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/c4ce4c18-5f2b-4366-a57c-4da258e72d01/ciwan%20merani.ism/manifest

K24-Hewêr

Di yekemîn salvegera koça dawî, ya neqîbê Sendîkeya rojnamevanên Kurdistana Sûriyê lêkolîner û medyakar Xalid Cemîl Mihmed xelata Ciwan Mîranî ya rojnamegeriya Kurdî wergirt.

Duh, 13ê Adarê li hola Lawan a rewşenbîrî ya bajarê Hewlêrê yekemîn salvegera koça dawî ya neqîbê Sendîkeya rojnamevanên Kurdistana Sûriyê Ciwan Mîranî, bi amadebûna Serokê Sendîkeya Rojnamevanên Herêma Kurdistanê Hakim Azad, serokê Yekîtiya Giştî ya Nivîskaran Kaka Mem Botanî, kesayetiyên Siyasî, rojnamevan,  malbat û hevalên wî, bi rêve çû.

Di merasîma selvegera Ciwan Mîranî de, xelata salane a Rojnamegeriya Kurdî bi navê neqîbê Sendîkê hate ragehand, ku salane rojnamevanekî Kurd wê xelatê werbigre, îsal lêkolîner û rojnamevan Xalid Cemîl Mihmed ew xelat wergirt.

Derbarê vê mijarê Lêkolîner û Medyakar Xalid Cemîl Mihmed ji K24ê wiha got: "Ez bi berpirsyarî li vê xelatê dinerim, dema ko mirov bibe cihê baweriyê ku xelateke wiha werbigre, tê wê wateyê ku erkê wî bihtirdibin, pêwîste ku karê xwe pêşve bibe û berhemên baştir çîbike bike."

Ciwan Mîranî ji gundê Sewêdiyê ye yê ser bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye, sala 2013 bûye yekemîn neqîbê Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistana Sûriyê û di 13ê Adara 2015an de koça dawî kir.