Nûnerên opozîsyonê ji civîna Cenêvê bi hêvî ne

Serokê Hikûmeta Demkî Ahmet Tuma û Serokê Îxtîlafa Opozîsyona Sûriyê Enes El Abda ji Kurdistan 24re ragihandin ku ji bo bidawîbûna şerê navxweyî ji hevdîtina vê carê bi hêvî ne.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/4d7b5957-e59d-4b0b-aec5-129ac2406d73/HevpeyvinaNunerenOpozisyonaSyria.ism/manifest

K24 - Stenbol

Ji ber şerê li Sûriyê nûnerên opozîsyonê, îro (14ê Adarê) li Cenevê careke din dicivin. Serokê Hikûmeta Demkî Ahmet Tuma û Serokê Îxtîlafa Opozîsyona Sûriyê Enes El Abda ji Kurdistan 24re ragihandin ku ji bo bidawîbûna şerê navxweyî ji hevdîtina vê carê bi hêvî ne.

Serhildana ku 5 sal berê li Sûriyê dest pê kir piştî demekê bû sedema şerê navxweyî. Bi sed hezaran kes canê xwe ji dest da û bi milyonan kes bûn koçber. Ji bo bidawîbûna şer, bi navbeynkara Neteweyên Yekbûyî, li Cinevê di navbera nûnerên opozîsyona Sûriyê û rejîma Esed de hevdîtin hatin destpêkirin. Lê heta niha her du aliyan li hev nekirin.   

Serokê Îxtilafa opozîsyona Sûriyê Enes El Abda dibêje heta niha ji ber Esed di civînan de encamek derneketiye û daxwaza çareseriyeke siyasî dike: "Ji bo ku xwîn êdî neyê rijandin me her tiştî qebûl kiriye. Lê Cinêva yekem bi destê aliyên Esed neçû serî. Civîna pêş me wê baş derbas bibe. Em wek opozîsyon guh didin daxwaza Kurdên li Sûriyê jî. Piştî ku rejîma Esed têk çû miletê Kurd jî bila bi projeyên xwe bînin em ê rêz li wan bigirin."

Serokê hikûmeta demkî ya Sûriyê Dr. Ahmet Tuma ji civîna vê carê hêvîdar e û helwesta welatên biyanî wiha dinirxîne: "Eger em miletên li Sûriyê di nav xwe de li hev bikin bo çareseriyê pêwistiya me bi welatên derva nîn e. Dema ku em Kurd û Ereb li ser rayeya xwe bûn yek wê welatên biyanî rêz li biryara me bigire. Heta ku rejîma Esed hebe pêşeroja Sûriyê jî nîn e."

Rewşa Kurdên li Rojavayê Kurdistan jî, tê nîqaşkirin. Piraniya hêzên Kurd daxwaza rêvebirineke federatîf dikin. Endamê ENKSê Şelal Gedo jî dibêje eger hêzên Kurd yekîtiya xwe ava bikin çareserî jî wê zûtir pêk were: "Ez hêvîdar im ku Kurd vê carê statuya xwe wê bi dest bixin. ENKS daxwaza federalîzmê dike. Eger hêzên Kurd bi gotinên xwe bibin yek û qala federalîzmê bikin, û welatên Emerîka, Rusya, Brîtanya û Fransa qedexeyek daneynin wê demê mimkun e ku Kurd bibin xwediyê mafê federalîzmê."

Di civînê de ku li bajarê Cinêvê yê Swîsreyê tê kirin armaca yekem agirbest e. Piştî vê bo hikûmeta demkî û amadekirina hilbijartinan wê hewl bê dayîn. Her wiha veguhestina alîkariyên mirovî û têkoşîna li dijî DAIŞ'ê jî wek mijarên girîng wê werin axaftin.