Opozîsyon Sûriyê: Em xwe ji Cenêv3 navekşînin

Biryare îro, danûstandin di navbera Opozîsyona Sûriy û rejîma wî welatî de,bi serperiştiya aliyên navdewletî li Cenêv di gera xwe duyem de destpê bike.

K24-Navenda Nûçeyan

Desteya Bilind a Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê ragehand ku, ew bi armanca gotûbêjkirina Desteya Hikûmeta Veguhêz hatine Cenêvê, ne ji bo vekşandinê.

Derbarê danûstandinê Cenêvê Berdevkê Desteya Bilind a Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyê Salim El-Mislid daxuyaniyek bo rojnameya El-Heyat belav kir tê de wiha got: "Em nehatine Cenêvê daku xwe ji danûstandina vekşînin, em bi armanca gotûbêjkirina Desteya Hikûmeta Veguhêz hatine."

Mislid da zanîn ku, xwe ji civînan venakşînin, tekez kir ku, ew çareserkirineke aştyane li Sûriyê dixwazin, lê rejîma Sûriyê vê yekê naxeaze, aşkere kirk u, rejîma Sûriyê dixwaze şer li Sûriyê berdewame daku li ser desthilata xwe bimîne.

Biryare îro, danûstandin di navbera Opozîsyona Sûriy û rejîma wî welatî de,bi serperiştiya aliyên navdewletî li Cenêv di gera xwe duyem de destpê bike.