70 kombûn bo çereserîya rewşa Herêmê, bê encam bûne

Ji meha Aba sala bûrî ve heya niha zêdetir ji 70 kombûnên aşkera di navbera alîyên sîyasîyên Herêma Kurdistanê hatine encamdan. Ev ji bilî gelek kombûnên din ku dûr ji çavên kamîreyan hatine encamdan, di hemû kombûnan de bangeşeya çaresrîya rewşa sîyasî û abûrîya Herêma Kurdistanê hatîye kirin.

K24- Hewlêr:

Ji meha Aba sala bûrî ve heya niha zêdetir ji 70 kombûnên aşkera di navbera alîyên sîyasîyên Herêma Kurdistanê hatine encamdan.  Ev ji bilî gelek kombûnên din ku dûr ji çavên kamîreyan hatine encamdan, di hemû kombûnan de bangeşeya çaresrîya rewşa sîyasî û abûrîya Herêma Kurdistanê hatîye kirin.

Pişkek ji sîyasetvanên Herêma Kurdistan dibêjin: Heya partîyên Kurdistanê berjewendîyên taybetên xwe nedin alîyekê, arişe nahên çareserkirin.

9 kombûnên 5 alaî, 4 kombûnên 4 alî û yek kombûna 10 demjimêrî, berçavtirîn ew kombûnin ku li 6 mehên bûrî  di navebera alîyên sîyasîyên Başûra Kurdistanê de hatine encamdan.

Hemû kombûn ji bê encamîyê û aloztirkirina rewşê zêdetir hîçê din jê nehatîye berhem. Li gor endamên kevintirîn partîyên Kurdî li Başûra Kurdistanê, peyva Kombûn û awaza wê bo Kurdan xweş nine û xelkê Kurdistanê dîrokeka tehil li gel kombûnan hene.

Zîrek Kemal dibêje: Çend binemayek giring hene bo kombûnê, ew jî; aramanca kombûnêye, ew karikterên pişikdarîyê di kombûnê de dikin, li gel mîkanîzma encamdana ewan biryarên ji kombûnê diderkevin û pêdivîye sîyasetvan jî cûdahîyê di navebra kombûnê û mizgînîyê de bikin.

Herweha got: Pêdivîye kombûn bihên çirr û kurt kirin.

Komîteya serdanîkirina alîyên sîyasî, ew komîte bû ku her yek ji PDK, YNK û Yekgirtûya Îslamî  bi cûda duristkirin û erkên wan jî serdankirina alîyan bûn. Karê wan jî bê encam bûn. Hemûyan daxwaza kombûna berfireh dikirn  li gel serokê Herêma Kurdistanê. Ew kombûn jî hat encamdan. Ew komîteya wê kombûnê durist kirî bo veçêkirina rewşê, bi egera mercên hinek alîyan, karên wê hat rawestan, bê danana xala dawîyê.

Hîwa Seyîd Selîm got: Nebûna destûr, tengije kûrtir kirîye. Piranîya ew kombûnên dihên encamdan ti encam nabe, egera evê yekê jî divegere bo hizirkirinê li berjewendîya partîya xwe û berjewendîya giştî û welat hatine ji bîrkirin.

Destpêka serhidlana atrîşeyên sîyasîyên Herêma Kurdistanê, ji wê danîştina Perlemanê dest pêkir ku bi piranîya endaman vexwîndian yekê bo yasaya serokatîya Herêmê hat kirin û firaksyûna PDKyê û çend partîyên din baykota kombûnê kirin.

Careka din li ser wê yekê ku di kombûna tevaya alîyan bi serperiştîya Emerîkayê û welatên rojava biryar hatdan, kombûna dûyê ya Perlemana Kurdistanê bo vexîndina dûyê ya yasaya serokatîyê be , lê serokê Perlemanê, neşîya rêjeya yasayî bo biryara encamdan kombûna dûyê ji hijimera endamên Perlemana Kurdisttanê  bo kombûnê temam bike.

Sîyasetvan jî dibêjin êdî ji wir ve rewşa çeqîya Herêma Kursdisatnê kûrtir bû û çareserîya arîşeyan gehişte bnbestê.

 

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/e8df0d3b-d567-4ca2-b5ad-a3b68c624f3e/be%20anjami%20aw%20zhmarai%20zorai%20kobunewakan.ism/manifest