23 cenazeyên li Sûrê bo Melet û Elezîzê hatin veguhestin

Di pevçûnên li navçeya Sûra Dîyarbekirê de 15 cenazeyên li erdê hatin rakirin û ji bo Tiba Dadî ya bajarên Meletî û Elezîzê hatin vegûhestin. Bi vî awayî, di 3 rojên dawî de hejmara cenazeyên ku ji Sûrê hatin derxistin bûn 23ê.

K24 - Diyarbekir

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê beriya hefteyekê ragihandibû ku operasyonên li navçeya Sûrê qediyan e, lê belê ji bo paqijkirina teqemeniyên dibe ku hatibin veşartin werin jinavbirin dê qedexeya derketina kuçe û kolanan bo xelkê sivîl berdewam bike.

Piştî vê daxûyaniyê 2 caran li taxên Sûrê pevçûn derketin û 15 kesên tê îddîakirin endamên Rêxistina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ne canê xwe ji dest dan. Li gorî agahiyên fermî 8 cenazeyên ku bi rojan bû li erdê û 15 cenazeyên ku di 3 rojên dawî de hatine kuştin ji bo otopsiyê rakirin Tiba Dadî ya Meletî û Elezîzê.

Malbatên kuştiyan ji bo cenazeyên zarokên xwe bistînin ji 100 rojan zêdetir e ku di çalakiyekê de ne. Ji hêla din ve li 5 taxên navçeya Sûrê qedexeya derketina derve ji 2ê Kanûna 2015an ve berdewam dike û li hinek kolanan qereqolên hêzên taybet têne avakirin.