Penaxwazên li ser sinûrê Mekdonîya daxwaza derbazbûnê dikin.

Bi sedan kes ji penaxwazên kempa Aydomîn a li ser sinûrê Yunan û Mekedonyayê, xwepîşandan encamdan û daxwaza vekirina sinûrê di navbera evan dû welatan kirin, dakû derbazî bakûrê Ewrûpayê bibn.

K24- Hewlêr:

Bi sedan kes ji penaxwazên kempa Aydomîn a li ser sinûrê Yunan û Mekedonyayê, xwepîşandan encamdan û daxwaza vekirina sinûrê di navbera evan dû welatan kirin, dakû  derbazî bakûrê Ewrûpayê bibn.

Ebdûllah Mehmûd ku yeke ji penaxwazan, dibêje: Me tenê divê derbazî Elmanîyayê bibin, em  li Mekedonîya û Silovînya navemînin.

Herweha Ebdûllah Mehmûd dibêje: Ez bêjim kombûna balaya  Yakêtîya Ewrûpayê dê li 17yê evê mehê bihê encamdan, dûv wê re em dê biryarê li ser pêngava dahatîya xwe bidin, me divê biçîn Elmanîya, me hîç nevê tenê me divê, em derbaz bibîn , me nevê li Mekedonîya û Silovînîya vemînîn.

Penaxwazek din dibêje: Baran barîna berdewam weha kirîye hinek kon bikevin jêr avê û piranîya zaroyên kempê jî nexweşin. Zaroyeke, yek mehî çawa dikare li berya evê sarîyê bigire nemaze bi şev, vir gelek sare.

Li gor pêşbînîya berpirsên Yunanê li deverê, nîzîkî 12 hezar penaxwaz di kempa Aydomên de ne, biryare roja Pêncşembîya dahatî, kombûna Serkirdeyên Yekêtîya Ewrûpayê dest pê bike û biryarê dê bidin li ser vegerandina hijmareka gelelk mezin ji penaxwazan bo Turkîyayê.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/af3cf386-20dc-4049-b284-d10d6ae498be/Penaber%20Yonan%20Makdonyia.ism/manifest