UNICEF: Sûriyê cihê herî metirsîdar e bo zarokan

Sibe kirîza Sûriyê dikeve 5 salan derbas dike û dikeve sala şeşan de, heta niha şer, kuştin koçberî û wêrankirin berdewame.

K24-Navenda Nûçeyan

Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya Zarokan(UNICEF)  ragehand ku, şerê li Sûriyê bandora xwe li pênc milyon zarok li wî welatî kirine, da zanîn ku, ew welat cihê herî metirsîdare bo zarokan.

Derbarê vê mijarê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya Zarokan(UNICEF) raporek belav kir, tê de wiha gotibû: "Li Sûriyê bi hezaran zarok canê xwe ji dest dane, dûrî dibistan, xwîşk û bira û hevalên xwe bûne,  bê guhdan û bê cih mane.

Li gor rapora UNICEF zêdetir ji pênc milyon zarok û 500 hezar şer û pevçûnên li Sûriyê bandoreke xirab li wan kriye, ji wan du milyon pêwîstiya wan bi guhdan û dermankirinê heye, herwiha rêxstinên aşkere kir k u 3ê milyon zarokên Sûriyê di nav Sûriyê de penaber in, herwiha yek milyon û 200 hezar zarok penaber derveyî wî welatî hene.

Li gor amarên UNICEF ji her deh zarokan yek kar dike, ji her pênc zarokên keç yek bi zûrê li Urdênê zewacê dike.

Sibe kirîza Sûriyê dikeve 5 salan derbas dike û dikeve sala şeşan de, heta niha şer, kuştin koçberî û wêrankirin berdewame.