Li cîhanê herî zêde li Tirkiyê avahî biha bûne

Kompanya Brîtanî Knight Frank derbarê avahiyên li hemû welatên cihanê de lêkolinêk kir û raportek weşand. Li gorî raportê di qada cîhanê de herî zede nirxên avahiyan li Tirkiyê bûha bûne.

K24 – Enqere

Kompanya Brîtanî Knight Frank derbarê avahiyên li hemû welatên cihanê de lêkolinêk kir û raportek weşand. Li gorî raportê di qada cîhanê de herî zede nirxên avahiyan li Tirkiyê bûha bûne. Di raportê de hatiye ragihandin ku li gorî rêjeya 2015an a Tirkiyê ji sedî 18.4 bilindbûnek çêbûye.

Kompanya Knight Frank ev lêkolîn li ser 55 welatên cihanê kiriye. Ji 55 welatan bûhayê avahiyên 42 welatan zede bûne. Di serê rêzikê de Tirkiye cih digire li pey Tirkiyê jî welatên wekî Estonya, Lûksemburg û Îranlandayê hatine rêzkirin.

Nûnerê Odeya Bazirganiyê ya Avahîfiroşan Hûseyîn Ozçelîk diyar kir ku hejmarên ku di vê lêkolînê de hatine ragihandin ne rast in û ji Kurdistan24ê re got: “Heger zêdebûn hebe jî, ew spekulasyon e. Dema ku bûhayê avahiyan zêde bibûna wê hingê ev avahî ne dihatin firotin ne jî kirêkirin. Li gorî min vê kompanyê li Stanbolê bi tenê li cihekî lêkolîna xwe kiriye û wekî ku li gelemperê Tirkiyê ev lêkolîn hatiye kirin daye nişandan."  

Tirkiye ji aliyê avahîsaziyê û muteahîdiyê ve welatekî gelek pêşketiye. Ji lewre ev aliyê Tirkiyê, bala veberhînêran dikişîne. Loma têkiliya bihabûna avahî û krêdiya avahiyan û ya veberhînêran bi hev re girêdayî ye.

Rojnameger Asli Aydin balkişand ser polîtikayên Tirkiyê yên li ser avahiyan û wiha axifî: "Tirkiyê niha ne di rewşeke baş de ye. Ji ber vê bandora neyînî ya Tirkiyê bihayê avahiyan zêde dibe. Herwiha li Tirkiyê niha li ser veguhêstina xwezayî ya avahiyan planek heye. Krêdiya avahiyan ya li Tirkiyê zêde ye ev yek jî rê li ber pêkhatina pirsgirêkan vedike."

Li Tirkiyê hê jî yaseyên avahîfiroşan tune ye lê Odeya Avahîfiroşan û Bazirganiya Avahîfiroşan heye. Avahîfiroş jî dixwazin ku ji bo wan jî yasayek derkeve. Bi vê yekê re wê herkes nikaribe li gorî kêfa xwe tevbigere. Ji lewre wê bihabûna bêsînor ya avahiyan bê bisînor kirin û rê jî wê li ber dek û dolabgêran were girtin.