Zankoya Emerîkayî li Duhokê dê vebe.

Biryare evro bi amadebûna hijmareka berpirsên balayên Hikumeta Herêma Kurdistanê, nwêner û kunsilên welatên bîyanî li Herêma Kurdistanê di rêresmekê de Zankoya Emaîkayî li Duhokê bihê vekirn.

K24- Duhok:

Biryare evro bi amadebûna hijmareka berpirsên balayên Hikumeta Herêma Kurdistanê, nwêner û kunsilên welatên bîyanî li Herêma Kurdistanê  di rêresmekê de Zankoya Emaîkayî li Duhokê bihê vekirn.

Nûçegihanê Kurdistan 24 li Duhokê ragehand : Evro Zankoya Emerîkayî li bajarê Duhokê dihê vekirin û amadekarîya temam jî bow ê yekê hatîye kirin.

Di hevdîtinekê de bo Kurdistan24, Huner Xoşewî, endamê desteya Zankoya Emerîkayî li Duhokê ragehand: Wek destpêk, pênc pişik li zankoyê dê bihê vekirin, ew jî her yek ji pişkên: Dîzayen, zanista Kompîyûter, Rêvebirin û Abûrî, Rojnamevanî û pişka Sîyasî û Sîyaseta Civakî.

Got jî: Hinek pişik di evê zankoyê de hene ku li hîç zankoyên din yên Kurdistanê nine, lew evê zankoyekyê, giringîya xwe heye û aramanca me ne tenê hatina xwîndkaran û derçûna wane, lê me armance xwîndkar bibin rêber.

Behsa ewê yekê jî kir ku evê zankoyê peywendîyeka baş li gel zankoyên Emerîkayê dê hebe, xwîndin li evê zankoyê kiwalîtîyeka bilind dê hebe bi awayekê ku eger xwîndkar qonaxa dûyê li vir bixwîne dikare bo qonaxa  sêyê biçe Emerîkayê bixwîne.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/1ce7ddf8-318b-4bf9-8e2b-46ce81f76da2/zaningay%20amriki%20duhok.ism/manifest