Balyozê Emerîkayê spasiya xelkê Kurdistanê dike

Ji ber vehewandina wê hejmara zêde ya koçber û penaberan, Balyozê Emerîkayê yê Iraqê Stuart Jones, spasiya xelkê Kurdistanê û Dihokê kir.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/403a2dd9-0405-46db-8cfe-9253e84b3a5a/vtari%20baliyozi%20amrika.ism/manifest

K24 – Dihok

Ji ber vehewandina wê hejmara zêde ya koçber û penaberan, Balyozê Emerîkayê yê Iraqê Stuart Jones, spasiya xelkê Kurdistanê û Dihokê kir.

Balyozê Emerîkayê yê Bexdayê Stuart Jones îro beşdarî merasîma vekirina Zanîngeha Emerîkî li Dihokê bû û got: “Ez spasiya we dikim ku we ez vexwendim û beşdarî merasîma vekirina zanîngehê bibim û behsa rola aktif a xelkê Dihokê bikim.”

Jones wiha axifî: “Xelkê Dihokê pêşwaziya bi sedan hezar koçber û penaberan kiriye ku ji ber DAIŞê reviya ne. Hevalekî min li Dihokê qala wê yekê kir ku firne bê beramber nan didin wan kesan ku ji ber DAIŞê reviyane. Herwiha xelkê Kurdistanê bi baştirîn şêwaz ligel cîranên xwe tevderiya ye.”