Mesrûr Barzanî: Em deyndarê Pêşmerge ne

Serokê Borda Zanîngeha Emerîkî li Dihokê Mesrûr Barzanî, da zanîn ku Pêşmerge berdewam di çeperên berevaniyê de bûne û got: “Ew aramiya heye berhemê qurbanîdana Hêzên Pêşmerge ye. Loma em deyndarê Pêşmerge ne û spasiya wan dikin.”
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/7e8723e0-4782-45b2-a250-1b53b3265737/masrur.ism/manifest

K24 – Dihok

Serokê Borda Zanîngeha Emerîkî li Dihokê Mesrûr Barzanî, da zanîn ku Pêşmerge berdewam di çeperên berevaniyê de bûne û got: “Ew aramiya heye berhemê qurbanîdana Hêzên Pêşmerge ye. Loma em deyndarê Pêşmerge ne û spasiya wan dikin.”

Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê û Serokê Borda Zanîngehê Mesrûr Barzanî di merasîma vekirina Zanîngeha Emerîkî de li Dihokê gotarek peşkeş kir û got: “Gelek xwendekarên jîr li Kurdistanê hene ku derfeta xwendinê ji wan re nehatiye pêş, loma em hewl didin vê derfetê bidin hemû xwendekarên Kurd.”

Mesrûr Barzanî spasiyan wan hemû kes û aliyan kir ku bûne hevkar bo serkeftina projeya Zanîngeha Emerîkî û wiha axifî: “Armanca vekirina Zanîngeha Emerîkî li Dihokê xwendineke baştir e bo hemû xwendekarên Kurd. Wek xwendekarên her neteweyeke din eger derfeta xwendinê ji xwendekarên Kurd re çêbibe, xwedan şiayan û binîmet in, kes ji wan ne kêmî xwendevanên miletên din in.”

Barzanî da zanîn ku malbata wan berdewam û her ji qedîm ve girîngiyeke zêde bi xwendin û perwerdeyê daye û got: “Bapîrê min (Mistefa Barzanî) wek mînakeke bilind bûye bom in û her dem tekez li xwendin, xwendewarî û rewşenbîriya neteweyî kiriye.”