HSD teqîna Enqerê şermezar kir

Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) hêzekî Sûrî ye, ji şervanên Ereb Kurd û Xirstyan pêk tê, hêza wê ya serke jî Yekîneyên Parastina Gel(YPG) ne.

K24-Hesekê

Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) teqîna ku li Kizilaya paytexta Tirkiyê Enqerê,rûdabû,tê de 37 kesan canê xwe ji dest dabû şermezar kir.

Derbarê vê mijarê de, Serkirdayetiya Giştî ya hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) daxuyaniyek belav kir, tê de wiha got: "Em wê êrîşê ku li Kizilaya paytexta Tirkiyê Enqerê rûdayî şermezadikin, daxwaz ji wan kesên ku van kiryaran dikin rawestînin."

HSD di daxuyania xwe de daxwaz ji Civaka Navdewletî kir ku, rê liber kiryarên terorî bigre, ji ber ku, bi nerîna wan evkiryar ne karê mirovane.

Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) hêzekî Sûrî ye, ji şervanên Ereb Kurd û Xirstyan pêk tê, hêza wê ya serke jî Yekîneyên Parastina Gel(YPG) ne.