Nivîsîngeha Karûbarên Revndîyan: 19 Kurdên me yên Êzdî hatin azadkirn.

Husên Koro berpirsê Nivîsîngeha Karûbarên Revandîyan ragehand; piştî bizaveka çend rojî şîyane 19 kurdên Êzdî ji destên Daişê rizgar bikin. Ku 5 ji wan afretin û 14 jî zarone.

K24- Hewlêr:

Husên Koro berpirsê Nivîsîngeha Karûbarên Revandîyan ragehand; piştî bizaveka çend rojî şîyane 19 kurdên Êzdî ji destên Daişê rizgar bikin. Ku 5 ji wan afretin û 14 jî zarone.

Got jî: heya niha 2445 kes ji Kurdên Êzdî ji destên Daişê hatine rizgarkirn ku 328 ji wan zelamin û 900 afretin  û  12228 zarone bi herdû nivşan ve.

Herweha got: Em weku nivîsîngeha Karûbarên Revandîyan em berdewamîn li ser karê rizgarkirina kesên hatine revandin ji alîyê Daişê ve û em soz didin kesûkarên revandîyan ku hemû hewlên xwe bidin bo rizgarkirina kesên mayî û bi anahîya Xweday li rojên dahatî mizgînîyên xweş dê bihên ragehandin.

Li ser wê yekê ku hinek alî dibêjin me ew kes rizgarkirne, got: Ev ne cara yekê hinek alî bo xwe weha dibêjin, cara din jî dema me ew 31 kes rizgarkirin weha gotin, lê ya rast ewe me bi rêya hevalekê me bi navê Ebdûllah Ebas ev 19 kes hatine rizgarkirn. Tekez jî kir ew  kes ji alîyê nivîsînegha me hatine rizgarkirin û ti alîyan din ev kare encam nedane.

Herweha Husên Koro got: Bêguman rewşa revanî û saxlemîya wan kesên rizgarkirî nebaşin û me dû komîteyên pizşkî hene û ewan dê radestên wan bikin bo encamdana karên pêdivî.