Nîqaşên federasyonê bo Rojavayê Kurdistanê

Piştî agirbesta li Sûriyê serdema avakirina paşeroja wê jî bûye cihê nîqaşên mezin. Bi daxuyaniya Wezîrê Derve yê Amerîkayê Jhon Kerry ya “Plana B” babetên li ser federasyonê bo Rojavayê Kurdistanê bûne rojeva yekem a herêmê û Tirkiyê.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/395509b8-44ca-4213-ba08-0d47153bb9cb/SuriyeRojavaFederasyon.ism/manifest

K24 - Enqere

Bi daxuyaniya Amerîkayê re nîqaşa li ser Pergala Federasyonê ya bo Rojavayê Kurdistanê her berdewam e. Neteweyên Yekbûyî û Rûsya jî di vê çarçoveyê de piştevaniya vê pergalê kirin. Herî dawî piştî daxuyaniya Salih Muslîm, Serokê Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Brahîm Biro jî ragihand ku federasyon nayê wateya parçebûne.

Piştî agirbesta li Sûriyê serdema avakirina paşeroja wê jî bûye cihê nîqaşên mezin. Bi daxuyaniya Wezîrê Derve yê Amerîkayê Jhon Kerry ya “Plana B” babetên li ser federasyonê bo Rojavayê Kurdistanê bûne rojeva yekem a herêmê û Tirkiyê.

Piştî ku Cîgirê Wezîrê Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov li hemberî federasyonê daxuyanikeye erênî ragihand, di heman demê de Nûnerê Taybet yê Sûriyê yê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mistura jî, ragihand ku mimkune nîqaşa modela dewleta federal ya bo Sûriyê bê kirin.

Li Tirkiyê jî li ser federasyona Rojava nîqaş her berdewam in. Yek ji parlamenterê AKPê Mehmet Metîner diyar kir ku ew ne li dijî federasyonê ne, lê meseleya Tirkiyê bi PKKê re ye.

Li ser vê mijara federasyonê ya bo Rojavayê Kurdistanê pisporên herêmê bersiva pirsen Kurdistan 24ê dan. Ji Beşa Têkîliyên Navneteweyî ya Zanîngeha ODTUyê Doç. Dr. Başak Kale derbarê mijarê de got: "Federasyona bo Sûriyê girêdayî gelek faktoran e. Ya giring ew e ku di nava vê modela fedaratîf de wê kî û bi roleke çawa cih bigire. Lê xuya ye ku êdî Sûriye hew dikare wekî dewletek ûnîter berdewam bike. Pergaleke fedaralî wê ji aliyê çareseriya qeyranan ve jî û ji aliyê ewlekariyê ve jî -demdemî be jî- wê bike ku rehetiyek were herêmê."

Li aliyê din Serokê ENKSê Brahîm Biro jî diyar kir ku Sûriye li ber perçebûnê ye û di piratîkê de jî perçe bûye, lewma civaka navneteweyî ji bo yekîtiya Sûriyê dixwaze federasyonê dike.

Pisporê Polîtîkayên Derve Prof. Dr.Selçuk Çolakoglu jî li ser mijarê nerînên xwe wiha anîn ziman: "Nîqaşa fedaralizmê dibe ku proseya çareseriyê ya Sûriyê bi şûnde jî bixe. Lê divê mafê her komên wê derê jî bê dayîn. Ew bingeha ku modeleke li ser federalizmê ava bibe li Sûriyê nîne. Di nava civaka navneteweyî de jî lihevkirineke bi vî awayî hê pêk nehatiye."

Serokê Herêma Kurdistanê Mesût Barzanî jî beşdarî vê mijarê bû û bang li partiyên Kurd ên li Rojava kir da ku federasyonê bixwazin. Herwiha li ser heman mijarê Serokê PYDê Salih Muslîm jî diyar kir ku êdî Sûriye nikare bi pergala ûnîter hebûna xwe berdewam bike.