Silêvaneyî: Tirsa bandora çandên biyanî li ser rewşenbîriya Kurdî nîne

Yekîtiya Nivîskarên Kurd leqê Dihokê bi serokatiya Hesen Silêvanî, çendîn çalakiyên cor bicor derbarê edebiyat û rewşenbîriya Kurdî li darxistine.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/74993a33-d2b8-40b7-9125-4da8b8096f99/hasan%20slevani.ism/manifest

K24-Dihok

Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd leqê Dihokê, Hesen Silêvaneyî ragehand ku, raste hejmareke mezin a penaberên Ereb hatine Herêma Kurdistanê, lê berî wê jî li Kurdistanê hemû pêkhate hebûn û bi hev re dijîn, lewma tirsa bandora çanda wan li ser kultûr û rewşenbîriya Kurdî nîne.

Derbarê têkelbûna kultûran û bandora wan li ser rewşenbîriya Kurdî Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd leqê Dihokê Hesen Silêvaneyî, beşdarî bernameya Roj Baş ya K24ê bû, tê de wiha got: "Eger pilanên dariştî bo nehêlana rewşenbîriyekî ne bin, wê demê tirs nîne, Kurdistan ji hemû pêkhateya pêktê, bi hev re dîjin, raseta hejmareke zêde ya penaberan jî hatiye Herêma Kurdistanê, lê tirsa bandora çanda  biyaniyan li ser rewşenbîriya Kurdî nîne.

Silêvaneyî da zanîn ku, piştî hatina penaberên Ereb li Kurdistanê û pêşwazîkirina wan ji aliyê Kurdan û alîkariya wan, başzanîn ku, wan derheqê miletê Kurd e gelek şaştî kiribûn, diyar kir ku, rejîma Sedam nekarî  Kurdan û çand û rewşenbîriya Kurdî  di nav Ereban de wenda bike.

Aşkere kir rewşenbîr û nivîskarên ku, di nav penaberan de hatine Kurdistanê, êdî di edebiyatên xwe de ji helbest, çêrok û berhemên din li ser Kurdan nivîsînin.

Yekîtiya Nivîskarên Kurd leqê Dihokê bi serokatiya Hesen Silêvanî, çendîn çalakiyên cor bicor derbarê edebiyat û rewşenbîriya Kurdî  li darxistine.