Jahrmaran gundekî Êlihê dagir kirin

Li Êliha Bakurê Kurdistanê ji ber zêdebûna jahrmaran metirsiyeke mezin heye. Welatî ji ber jahrmaran newêrin biçin malên xwe û daxwaza alîkariyê ji rayedaran dikin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/0f5ccd3d-378e-4996-8491-c90c93f8b4fe/CilpiyanSahmarGundeEliheDagirkirin.ism/manifest

Mehmet Şîrîn Yilmaz / K24 - Êlih

Li Êliha Bakurê Kurdistanê ji ber zêdebûna jahrmaran metirsiyeke mezin heye. Welatî ji ber jahrmaran newêrin biçin malên xwe û daxwaza alîkariyê ji rayedaran dikin.

Li Gundê Zelî yê Kerçewsa Elîhê dema roj diçe ava jarhmar derdikevin. Li gundê ku ji aliyê jahrmaran ve hatiye dagirkirin, jin bi firçe û melkesan jahrmarên bi dîwaran ve radipelikin dikujin û paşê derbasî malên xwe dibin. Herwiha mêr jî xanî û kolanên xwe derman dikin daku gundê xwe ji jahrmaran biparêzin.

Muxtarê gund Mehmet Nurî Guneş dibêje ku ligel her corê tedbîran ew nikarin dawî li jahrmaran bînin û daxwazê ji rayedaran dike ku bi hewara wan ve biçin.

Muxtarê Gundê Zelî Mehmet Nurî Guneş, rewşa gund ji Kurdistan24ê re wiha rave kir: "Li gundê me jahrmar di mehên biharê de, êvara derdikevin û  şevaqa nahêlin gundî rakevin. Em dermana dikirin û derdorê derman dikin lê belê şeva din dîsa derdikevin û qet kêm nabin, dikevin malên me, nav xwarinên me em wiha nikarin îdare bikin. Em ji rayedaran daxwaz dikin, bila  hinek kesan bişînin ku lekolînan bikin, rêyekê nîşanî me bidin.”

Welatiyê bi navê Ekrem Kavak jî neçariya gundiyan bibîr dixe û dibeje eger çareyek neyê peydakirin kes li gund namîne: "Tu îdara me nema dibe. Ji derdorê tên gund. Em, ji rayedaran rîca dikin bi helîkopterê, bi balafirê be bi çi awayê be jî em dixwazin derman bikin. Em dermana diavêjin lê belê xelas nabin. Ji ber ku tu derfet nemane, ji bo çareseriyek bê dîtin me bangî çapemeniyê kir.“

Gundiyên ku ji ber tendirûstiya xwe di metisiyeke mezin de ne,  dibêjin ev 7 sal in ew bi vê kêşeyê re rûbirû ne û digel ewqas sal rayedaran tu çareyek ji wan re peyda nekiriye.