Kongirêsa Emerîkayê tawanên Daişê bi Cînosayîd nasand.

Şeva bûrî Kongirêsa Emrîkayê bi piranîya dengan tawanên Daişê li Îraq û Sûryayê bi Cînosayîd nasand.

K24- Hewlêr:

Şeva bûrî Kongirêsa Emrîkayê bi piranîya dengan tawanên Daişê li Îraq û Sûryayê bi Cînosayîd nasand.

Bi armanca wê yekê ku fişarê bixin ser Barak Obama, serokê Emerîkayê daku ji navbirina Kurdên Êzdî, kirîstyanan û kêmneteweyên din, bi Cinosayîd binase, Kongirêsa Emerîkayê bi piranîya Dengan tawanên rêkxistîya Daişê li Îraq û Sûryayê bi Cînosayîd nasand.

Di biryareka dî de endamên Kongirêsê bi 392 dengên Erê, beranber bi 3 dengên nexêr, daxwazyîyek arasteya Koçika Sipî kirin, ku daxwazê ji Civata Asayîşa Nêvdewletî bike,  dadgeheka nêvdewletîtya taybet pêk bihîne  bo tawanên Daişê li Îraq û Surayê.

Herçende heya niha wezareta Derveya Emerîkayê red  dike ku tswanên Daişê bi Cînosayîd binase, belê biryare bi van nêzîkan, Con Kêrî, wezîrê derveyê Emerîkayê helwîstya wezreta xwe ya dawîn li ser evê mijarê biragehîne.

Di dema bûrî de piranîya perlemantarên Birîtanîyayê daxwaz ji serok wezîrên welatê xwe kirin, tawanên Daişê bi Cînosayîd bide nasîn li beranber wan tawanên li Îraq û Surayê encamp daye.

Ev di demekê de ye, Dadgeha Nêvdewletî di dema bûrî de ragehandibû ku nekare vekolînê li tawanên Daişê bike li Îraq û Sûryayê bi egera ne endambûna wan dû welatan di Dageha Nêvdewletî de.