Posta serokê Civata Kerkûkê Turkumanan dike dû pişik.

Posta serokê Civata Parêzgeha Kerkûkî, Turkuman kirne dû pişik, pişkek Sûnne ne ku rijtin li ser vegersndina ewê postê ji Kurdan û bo evê yekê jî fişarên xwe zêdekirine û gefa tomarkirina sikalayê li dijî kutleya Biratîya Kerkûkê dikin li Dadgeha Fidralî. Belê pişka dî ku Turkumanên Şîene bi vajîya Sûneyan dibêjin: Ev post mafê Kurdane, çunku postên Îraqê bi Tewfuq hatine pişikkirin.

K24-Hewlêr:

Posta Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê ku niha bi wekalet ji alîyê Rêbwar Talebanî ve bi rêve diçe, demeke Turkumanan çavên xwe xistine ser û dibêjin ev post mafê Turkumanane, belê ji alîyê Kurdan ve hatîye zefitkirin.

Ev nerîn zêdetir ji alîyê Turkumanên Sûnne tekez li ser dihê kirin.

Turkumanên Sûnne niha gefa ewê yekê dikin eger ewê postê ji wan re nevegerînin, ew dê penaya xwe bo ber dadgeha Fidralî bibin û sikalayê li dijî lîsta Biratîyê û Qewşena Erebî tomar bikin.

Nerîna Turkumanên Şîe bi vajîya Turkumanên Sûnne ne, ew dibêjin: Ev post mafê Kurde, lê çunku li Îraqê post bi tewafuq hatine pişikkirin pêdivîye Kurd jî nermîyê nîşan bide û wê postê bide kesekê Turkuman.

Posta serokê Civata Kerkûkê piştî hilbijartina Civata Parêzgeha Kerkûkê li 2005, heya niha sê caran guhertin bi ser re hatine, di destpêkê de ji alîy Kurdekî ve birêve diçû, dûv re ew post dane Turkumanekî û niha jî bi wekalet Kurdek bi rêve dibe. Kurd li ser nevegerandina ewê postê bo Turkumanan, Turkumanan bi wê yekê Tuhmetbar dikin ku ew hêj di nav xwe de rêk nekevtine li ser destnîşankirina kesekî bo evê postê.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/356dd177-9567-4acb-87e7-ee15394b3b42/posti%20seroki%20encwmen%20kerkuk.ism/manifest