Li Kobanê alîkariya kesên xwedî pêdiviyên taybet tê kirin

Hijmara endamên tîma Tîrêj dighe 21 kesan, li çar navendan ên bajarê Kobanê belav dibin, di dema borî de endamên wê timê ji aliyê pisporên biyanî li navendên Kobanê û Trikiyê hatibûne perwerde kirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/684bd409-3221-4647-88e4-e59240a742f9/Astengdar%20kobane.ism/manifest

K24-Kobanê

Li bajar Kobanê ya Komeleya Tîrêj a kesên xwedê pêdiviyên taybet arîkariya 107 kesên ku, dest yan piyên xwe ji des tdane dike.

Derbarê vê mijarê de Endamê Komeleya Tîrêj a kesên xwedî pêdiviyên taybet Şêxmûs Birkil ji K24ê re wiha got: "heta niha 750 kesên xwedî pêdiviyên taybet li cem me hene, Em alîkariyên cor bico ji wan re pêşkêş dikin."

li gor amarên Saziyên Navdewletî hejmara kesên kêmendam û xwedî pêdiviyên taybet li bajarê Kobanê dighe 7 hezar û 500 kesî, tê pêşbîbî kirin ku, ji sedî 40 ji wan kesan vegerin rewşa xwe ya sayaî piştî alîkariya wan bê kirin.

Ji aliyê xwe ve Endamên Komeleya Tîrêj derbarê kêmbûna derman û alîkariyan ji rêxistinên mirovî kazinên xwe dikin, derbarê vê mijarê Endama Komeleyê Merwa Hesen wiha ji K24ê re axifî: "Nexwşê me dûrin, em nikarin wan ji deverê dûr veguhêzin navendê daku alîkariya wan bikin, herwiha girtina deriyê sînor astangan dixe pêşiya gihandina alîkariyan".

Hijmara endamên tîma Tîrêj dighe 21 kesan, li çar navendan ên bajarê Kobanê belav dibin, di dema borî de endamên wê timê ji aliyê pisporên biyanî li navendên Kobanê û Trikiyê hatibûne perwerde kirin.