Bêrnard Koşner bo K24: Niha demaka Guncaye bo serxwebûna Kurdistanê.

Bêrnar Koşner, Wezîrê berê yê Derveyê Firanasayê, di hevdîtineka taybet de bo Kurdistan24 ragehand: Pêdivîye civaka nêvdewletî sinûrên kevinên Rojhilata Navîn ji bîra xwe bibe û îtirfê bi rastîya nû li deverê bikin û aşkera jî kir niha demeka guncaye bo serxwebûna Kurd.

K24- Hewlêr:

Bêrnar Koşner, Wezîrê berê yê Derveyê Firanasayê, di hevdîtineka taybet de bo Kurdistan24 ragehand: Pêdivîye civaka nêvdewletî sinûrên kevinên Rojhilata Navîn ji bîra xwe bibe û îtirfê bi rastîya nû li deverê bikin û aşkera jî kir niha demeka guncaye bo serxwebûna Kurd.

Bêrnard Koşner got: Birayar serxwbûnê bi destê Kurdan bi xweye, belê ez di wê bawerîyê deme ku niha demeka guncaye bo serxwebûnê,. Çunku ew Herêm, akincîye û dîmukratîtirîn cihe, renge dîmukratîya we temam nebe, lê li ku dirê cçhanê dîmukrasîya temam dibînî, ez dibêjim dema wê yekê hatîye Kurd bi rojhilat Navîn û cîhanê re biragehîne ku, vir dikare bibe modîleka akincî û aştîyê , lê divê Kurd di nav xwe de hevgirtî be, çunku min gelek şerr û girjîyên hindûrîyên Kurd dîtine li salên bûrî.

Bêrnard Koşner got jî: Civaka nêvdewletî ji durstbûna dewleta Kurdîya  serbixwe li deverê ditirse, lew ew dûdilin ji pirçekkirina rasterasta Hêza Pêşmergey. Rojavayê bawerî bi sinûrên kevin maye, lê em divê bizanin sinûrên kevin êdî nemane û divê em reftarê li gel evê rastîyê bikin.

Li ser ayndeya Suryayê Koşner got: Gelek zehmet û girçine bizanî ayndeya Suryayê dê çawa be, çunku rewşa Suryayê gelek aloz bûye, dûv re nizanî rola Rosya û Potîn li Suryayê çîye, behsê encamdana hilbijartinên serokatîyê li Suryayê dihê kirin, erê ev kar çawa dihê encamdan di demekê de ku ew welat hemû di şerr û kûjtarê de ye.

Koşner ku bi dostekê kevnrê Kurd hatîye nasîn, zêdetir ji 40 slane haydarê keysa Kurde li Rojhilata Navîn,  behsa wê dike ku biryara encamdana rîfrandom û serxwebûna Kurd bi destên kesê nine, ten Kurd nebe.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/de13f6ce-b601-40db-b679-811e603da3c6/Bernard%20Kouchner.ism/manifest