NY: Cezakirina tawanbarên şer li benda rêkeftinê namîne

Lêpirsînerên Netewên Yekbûyî di warê mafên mirovan de dibêjin, dosyên li dijî tawanbarên şer li Sûriyê, divê li benda bidawîbûna krîza Sûriyê raneweste.

K24 – Navenda Nûçeyan

Lêpirsînerên Netewên Yekbûyî di warê mafên mirovan de dibêjin, dosyên li dijî tawanbarên şer li Sûriyê, divê li benda bidawîbûna krîza Sûriyê raneweste.

Komîteya lêpirsînê di NY de dibêje ku, wan lîsteyek veşartî bi binpêkirina hemû alî û kesên krîza Sûriyê de amade kiriye, herwiha dê alîkariya dadgehên teybet jî bike, bo ew kes û aliyên tawanên şer li Sûriyê kirine, bêne cezakirin.

Serokê Komîteya lêpirsînê di NY de Paolo Bînîrî got jî: “Bo cara yekem nîşanên çareserkirina krîza Sûriyê diyar dibin, lê nabe tedbîrên cezakirina tawanbarên şer heta gihêştina rêkeftina dawî, were rawestandin.”

Ji aliyê xwe ve, nûnerê Amerîkayê yê taybet bi Sûriyê Michael Ratney got: “Amerîkayê bi zelalî hemû kiryarên hemû aliyan belge kirine, gelê Sûriyê jî, kiryarên Esed û hevalbendên wî ji kuştin û îşkencekirin û azara gelê Sûriyê ji bîr nakin.”

Herwiha bînîro ji aliyên di danûstanên Cenêvê de beşdar in daxwaz kir, ku hemû alî û bê merc hemû girtiyan azad bikin.

Danûstandin di navbera Opozîsyona Sûriy û rejîma wî welatî de, ji duh de bi serperiştiya aliyên navdewletî, li Cenêvê gera xwe duyem de dest pê kir.