Taxa Şêx Meqsûd careke din tê topbarankirin

Grûpên îslamî bi topbarankirina taxa Şêx Meqsûd ya li Helebê berdewam e, di encama vê topabaranê jî 9 kes birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên îslamî bi topbarankirina taxa Şêx Meqsûd ya li Helebê berdewam e, di encama vê topabaranê jî 9 kes birîndar bûn.

Li gor dîmemên ku çalakvanên Helebê li ser tûrên civakî belavkirine, Grûpên îslamî taxa Şêx Meqsûd ya Kurdan li Helebê bi topan topbaran dikin.

Li gor çavkaniyan ku, di encama wê topbaranê de, 9 kes birîndar bûne, ji nava wan 4 zarok in.

Roja 6 Adarê, Berdevkê fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rêdûr Xelîl, ji K24ê re ragihandibû, grûpên îslamî taxa Şêx Meqsûd a Helebê, bi topên ku madeyeke “fosforî” ya zer tê de hebû, topbaran kir. Tê gûmankirin ku ew made kîmyayî ye.

Ji 16 Sibatê ve, grûpên îslamî bi tundî êrîşî wê taxê dikin, ku hejamek ji sivîlan hatine kuştin û gelek avahî jî hatine wêrankirin.